Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Em hilbijartinên vê carê jî bi nerewa dizanin û baykot dikin

20:15 - 13 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di daxûyaniyekê de hilbijartinên dahatî ên “Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê” baykot dike.

Eva jî deqa daxûyaniyê ye:

Rejîma Komara Îslamî a Îranê di 8’ê Reşemeya sala 1394’an a Rojî de, dixwaze ku gerra dehemîn a Meclisa bi nav Şêvra Îslamî û herweha gerra pêncemîn a Meclisa “Xobrêgan”ê bi rê ve bibe û, di vê pêxemê de, di rojên dawiya heyva Sermawezê de, dest avêtiye nivîsandina navên berbijêrên endametiya wan civatan. Rejîm weke berê di piroseyeke çend heyvî de, hem berî navnivîsandinê û hem jî piştî navnivîsandinan, û mijara ji fîltêrê derbazkirina berbijêran û heya dawiyê, ku perdeya bidawîhatina şanoya hilbijartinê û bidawîhatina dengdananê û destêwerdana dengên nava sindûqan digihîje encamê, lîstikekê bo cara çendemîn ducarî dike, bo handana xelkê bona amadebûn û pişikdariya di vê şanoyê de, û gerimkirina tendûra hilbijartinan, û mijar û basên curbicur dixe rojevê û bi çêkirina keş û hewayeke îhsasî di nava korr û kombûn û girûpên curbicur ên Îranê de, dixwazin xelkê tevî tirseke wisa berbirû bikin ku, bê xûyakirin di hilbijartina vê carê de renge hindek tişt û mijar bêne guhertin.

Herçend bo kesên şareza her di despêka hatine ser kar a Komara Îslamî de xûya bû, lê ezmûna çend dehikan a Komara Îslamî, tu nezelaliyek di holê de nehiştiye û bi rindî selimandiye ku, rejîm ji mijara hilbijartinê weke alavekê bona ducarîkirina berhemanîna meşrû’îyeta xwe ya çewaşekarane mifahê werdigire û, di rastî de hilbijartina demokratîk di bin siya deshilata Komara Îslamî de tuneye.

Ew kesê ku ji deshilata Komara Îslamî têgihîştibe, dizane ku rejîma han li ser bingeha Wilayeta Feqîh ku nûneratiya xelkê nake, û di rastî de xwe bi xwediyê xelkê dizane, hatiye avakirin. Deshilatek ku ji rêya zext û gîvaş a Spaha Pasdaran û dezgehên Îtila’atî û ji rêya destgirtin bi ser serwet û samana welat û parvekirina wan li gorî hewcehiyên xwe û herweha ji rêya ragehandinên berbilav ên ji televizyonan bigire heya Minberên mizgeftan, xwe disepîne û dirêjiyê bi man û hebûna xwe dide û, di rastî de eva ku çavkaniya deshilat û hikûmetê be, di organên “Êntisabî” (diyarîkirî) de hatine danîn, û hemû di bin fermana Weliyê Feqih de bi rê ve diçin, û li gorî yasaya ne rewa a Komara Îslamî, rêberê rejîmê xwediyê xelkê, û xwediyê hêz û xwediyê biryara bingehîn di vê pergalê de ye.

Bi vî awayî baskirina ji hilbijartinek rastîn di Îranê de, her di bingeh de şaş e, jiber ku nawendên deshilatê nakevin ber dengdanê û tenê postên ne girîng û bê deshilat in ku, di sinaryoyeke xapîner de, şanoya hilbijartinan bo bi rê ve dibin.

Di vê pêxemê de ye ku em şahidê vê yekê ne ku, hilbijartin bona serkomariyê di Îrana bin deshilata Komara Îslamî de, wê bi rê ve here, lê hemû serkomarên Îranê di dawiyê de bi vê encamê digihîjin ku li gorî gotina Xatemî “Xincî tedarokatçiyê hewcehiyên Rêberê Îranê, xwedî bandoreke berçav nebûne”.

Herweha hilbijartina “Meclisa Xobrêgan”ê jî wê bi rê ve here ku li gorî yasayên rejîmê jî, gerek çavedêriyê bi ser karûbarên rêberê Îranê de bike û tenanet rêber jî ji aliyê wan ve bê diyarîkirin. Lê hekî bi sivikî jî ne tenê bas ji rêberê Îranê bikin, belkî bas ji wan organan bikin ku biryara xwe ji rêber werdigirin, gef li wan tên xwerin, û têne bêdengkirin û, rojna rojekê nekevin hizra vê yekê de, ku piyê xwe ji berika xwe dirêjtir bikin.

Di nava dam û dezgehên rejîmê de, meclisa rejîmê ji hemû nawendên din kartonîtir e. Bi hemû awayekî piropagandeyan dikin ku di nava rejîmê de cinah û deste û taqimên curbicur hene, û wisa nîşan didin ku li ser korsiyên Meclisê rikeberiyê dikin, lê di rastî de Meclis gerek tenê bi dû kombûnên deste û taqimên cudacuda û herweha wergirtina poanên madî bo kesên curbicur e û, eva ku yasa û biryarên qedersaz in, rê bi wan nahê dayîn ku basê jê bikin û hekî rojekê, biqewime û yasayekê libekî cuda tevî daxwazên rêberê rejîmê derkeve holê, û meclisa han jî bixwaze vê biryarê bipejirîne, bo mînak weke gera şeşem a meclisê, bi fermanekê wê hemûyan bêdeng bikin, û serokê Meclisê jî wê bêje “Hukma Hikûmetî” hatiye û nabe careke din bas ji vê mijarê bê kirin!

Eva hemû sînorên deshilata vê nawenda bi nav hilbijartî yê nava rejîma Wilayeta Feqîh in, ku li gorî yasayên rejîmê ku li gorî nerîtên hikûmetî û li gorî pêvajoya deshilatdariyê, tu derfetek bo îradeyên cuda ji îradeya Weliyê Feqîh namîne, û her demekê jî hewce be, Spaha Pasdaran wê gefekê bixwe, û dengên xar careke din rast bikin, û “Besîret”a wan careke din vegêrin.

Xincî bêdeshilatbûna wan binyatan, hebûna “Şoraya Nigehban” ku di cihê hemû netewên Îranê de tevdigere, û biryarê dide, cixizeke din a bêdeshilatkirina binyatên bi nav hilbijartî ên Îrana bin deshilata Weliyê Feqîh de ne. Şoraya Nigehban li gorî yasayên ne rewa ên Komara Îslamî ya Îranê, xwediyê deshilata “Nezaretî Îstiswabî” ye ku dikare çavedêriya pêvajoya hilbijartinan bike, û him jî berbijêran diyarî bike, û him jî berwarê birêveçûna hilbijartinan diyarî bike û, di rastî de hilbijartin di Îranê de hilbijartina nûnerên xelkê nine, belkî diyarîkirina mohreyên pejirandî ên rejîmê ne, bo nava organên formalîte û berbiçav ên rejîmê.

Di pêvajoya hilbijartinê û piropagendeya berbijêrên cihê qebûlkirinê yên Şêvra Nobedar de jî, cardin dem û dezgehên leşkerî û ewlekarî û aborî û ragehandinî û mînbera mizgewtên di bin destên rejîmê de, dest bi kar dibin da ku di nav berbijêran de jî, yên ku zêdetir bi dilê rêberê rejîmê û dardestên rejîmê bin, di nava xelkê de kar ji wan re bihê kirin, û dengê çewtekirî yê xelkê ji bo wan be. Di encama dengdanê de jî cardin
Şêvra Nobedar e ku dengan dihejmêre û tu çavdêrekî bêalî li wir tuneye, da ku aliyê kêm dengan bi serrastî bihejmêre, û ew jî wê bi dilê xwe, û her kesî bi hewce bizanin, wê wekî serkevtiyê vê şanogeriyê ragehînin.

Bi van sedeman e, ku pirsa hilbijartinê di Îranê de tu pîvereke azad û rastîn û demokratîk bi xwe ve nagire, û xelkê jî bawerî bi vê hilbijartinê tunînin, û rejîm di hemû bi nav hibiartinên xwe de digel kirîzekê bi navê kirîza piştkirina li sindûqan berbirû dibe, lewra jî di hemû qonaxên hilbijartinan de ku heya niha 31 hilbijartinên cur bi cur bi rê ve birine, berdewam dek û dolab gerandine, da ku xelk di hilbijartinan de beşdariyê bikin.

Dek û dolabên (pîlanên) rejîmê her ji belavkirina gotegotên curbicur ve ku wisa nîşan bidin ku vê carê cuda ye ji carên pêşîn dest pê dike, heya digihîje pêkanîna pêşbaziyeke nerastîn di nav xelkê de, ku girûp û tex û qat û selîqeyên cuda wisa bizanin ku eva nûnerê xwe yê rastîn hildijêrin, û hekî ew dest bi kar nebin, eva girûpeke din wê pişka wan ji xwe re bibe. Cuda ji vê yekê jî, bi hemû awayekî hewl didin ku bi tûjkirin û bi gefxwarin û timayîbirina wan, xelkê pal bidin ser sindûqên dengdanê.

Di vê dewreya bi nav hilbijartina meclisa Xibrigan û Meclisa Şêvra Îslamiya Îranê de, piştî têkşikestina wan di warê dosiyeya navikî de ku di hemberî Rojava de teslîm bûn, û serî tewandin, hem ji bo veşartin û peçavtina şikesta xwe, û hem jî bona bazargermiya hilbijartinê hinek gotegot (dengo, şayi’e) di nav xelkê de belav kirin, ku tu nîşaneyek ji rastiyê tê de nebû, jiber ku di rastiyê de tu tiştek li Îrana di bin deshilata Komara Îslamiya Îranê de ji riya hilbijartinê ve guherîn bi ser de nehat, û tu derfetek ji bo beşdariya rastîn û demokratîk a xelkê li diyarîkirina qedera xwe û welatê xwe de tuneye. Biryarên çarenûssaz di van cihan de tê dayîn ku henekên xwe bi binyat û nawendên bi nav hilbijartinê dikin.

Di Kurdistanê de jî çendîn qat zêdetir ji cihên din, çewtekariyan dike, û ji bo rakêşana xelkê li ser sindûqên dengdanê ji tu pîlanekê xemsariyê nake, û di bajarên cur bi cur ên Kurdistanê de, berbijêrên rengbireng dadinê, da ku rikeberiyeke nerast di nava bîr û raya giştî a Kurdistanê de ava bike, mixabin hinek caran jî tê de serkevtinê bi dest dixe, û ji hemû îmkanên Spaha Pasdaran û dezgehên îstixbaratî û komîteya Îmdadê û Heraseta zankoyê û îdareyan û gefxwarina nanbirînê û …hwd mifahê werdigre, da ku xelkê Kurd li ser sinduqan amade bin.

Lê ya ku cihê giringîpêdanê ye, ew e ku digel hemû ew basên ku me li ser rewşa nawendên bi nav “întixabî” li Îranê de kirin, û digel hemû ezmûna derbazbûyî a rejîmê gelo heya niha tu guhertineke erênî di berjewendiya xelkê de hatiye kirin, û ji destên bi nav nûnerên meclisê tiştek hatiye, da ku xelk, dilê wan bi bi nav hilbijartina vê carê xweş be.

Ya ku zelal e ew e ku tiştek bi navê parleman û meclisek ku nîşana îradeya xelkê be tuneye, û tenê ew der cihê komcivînên endamên organ û nawendekê ne ku Şêvra Nobedar rê daye wan ku tê de beşdar bin, û tu deshilateke wan tuneye xeynî rewayîdana bi dîktatoriya Komara Îslamiya Îranê.

Di rewşeke bi vî rengî de, hekî tenê mo’icizeyek jî rû bide, û tewahiya meclisê bibe bi kesên şoreşger û welatparêz, û di xema mafê gel de bin, dîsan jî tu karek ji destên wan nahê, û hemû hewldanên wan wê bi hukm û biyarekî hikûmetî, wê betal bibin.
Li gora van bas û mijaran, û li gora vê derbazbûyiya ku hate baskirin, me jêve ye ku şanogeriya vê carê ya rejîmê jî wekî hemû şanogeriyên din, tu pîvanek û rengeke wê ya hilbijartineke demokratîk tuneye, û encama wê jî her çi be, di berjewendiya xelkê de nabe, û tu derfetek ji bo pêkanîna guherînkariyan di berjewendiya neteweya Kurd tê de tunabe. Lewra em hilbijartina vê carê jî nerast dizanin, û baykot dikin.

Em daxwazê ji xelkê hişyar û mafxwaz ê Îranê û bi taybetî neteweya Kurd ya azadîxwaz a Kurd dikin, ku di piroseya hilbijartina azad û demokratîk ya Komara Îslamî de beşdar nebin, û di roja dengdanê de li ser sindûqên amade nebin, û bedela dengdanê di piroseyeke weha de, di malên xwe de bimînin.
Daxwaza me ji hemû azadîxwazan û hemû tekoşerên demokrat ew e ku bi her şêweyekê ku dikarin û bi hemû hêz û şiyana xwe, ji bo eşkerekirina pîlanên rejîmê, û bona paşekêşekirina bi kesên ku xwe berbijar kirine, û herwisa bona tûjkirina xelkê welat bona neçûna wan li ser sindûqên dendanê kar bikin, û hewlê bidin da ku bo carek din jî bêjne vê rejîmê ku dek û dolabên wan ji xelkê re eşkere bûne, û betal û bê wate ne.

Hiloşe rejîma dijî azadî a Komara Îslamî
Serkevtin ji gelên Îranê re

PDKÎ
Deftera Siyasî
20.10.1394
10.01.2016