Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşa hêzên dewleta Tirkiyê de berdewam zarok dibin qurbanî

19:37 - 16 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Di êrîşên hêzên dewleta Tirkiyê de, yên li ser bajarê Cizîrê de hatine encamdan, 2 zarokên 10 û 12 Salî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raporên belavbûyî, di encama êrîşên leşkerên dewleta Tirkiyê de di Cizîrê de 3 zarok birîndar bibûn tê zanîn ku ji wan 3 ê zarokan 2 zarok di nexaşxaneyê de jiyana xwe ji dest dane.

Tê zanîn ku ev 33 roj in herêma Cizîrê di bin dorpêça dewleta Tirkiyê de ye.Herwiha ji duh êvarê ve heyanî niha xelkê taxa Cudî û taxa Nûrê di bin topbarana leşkerên dewleta Tirkiyê de ne.

Herwiha li gor nûçeyên belavbûyî,di bajarê Sêrtê de taxa Ulus, Sakarya û Înonû tîmên taybet yên leşkerên Tirk di demjimêrên şevê de êrîş birine ser xelkê herêmê, di encama wê êrîşê de 5 hemwelatî hatine qetilkirin û tê payîn di operasiyna binçavkirinê de endamê meclîsa Şaredariya Sêrtê Muzafer Akan û çend welatiyê din hatibin binçavkirin.

Serdegirtina malan û operasiyonên desteserkirina welatiyan hîn jî berdewam e. 3 kes ji wan 5 kesên ku di êrîşa gullebarana leşkerên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber sebeba ku ew herêm di bin çavdêriya leşkerên Tirkiyê de ye, termên wan li ser erdê mane.

Berpirsên dewleta Tirkiyê îdia dikin ku kesên ku hatine qetilkirin endamên PKK ê ne, lê belê HPG Hêzên Parastina Gel) heyanî niha di derbarê wê nûçeyê de tu daxuyaniyek nedaye.

Di heman demî de, piştî qetilîama tîmên taybet li ser taxên êrîş pêkhatî de, leşkerê dewleta Tirkiyê bi însiyatîfa xwe kiryara qedexeyê pêk tînin,tê gotin ku herêm hemû di bin dorpêçê de ye, û balefira bê pîlot bê navber li ser bajar digere.