Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tirkiyê de her ku diçe qetilkirina sivîlan zêde dibe

20:02 - 17 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Kiryarên qirkirinê li Şirnixê taxa Cizîrê de dikeve roja xwe ya 34 an. Duh êvarê leşkerên dewleta Tirkiyê bi tankan êrîş birine ser navçeya Nûr,Cûdî û Sûr’ê û heyanî berbanga sibehê jî gudên derdor û navçe dane ber xompareyan.

Di encama topbarana tanqan û vesayêtên zirxî de di taxa Sûrê de 2 kes, di navçeya Cizîrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, û herwiha tê zanîn ku zarokek 16 salî jî bi giranî birîndar bûye û leşkerên dewleta Tirkiyê desturê nadin ku ambolans derbazî cihê bûyerê bibe, ji ber vê yêkê jî ev zarok hîn jî nehatiye derman kirin.Herwiha tê payên ku li Sûrê di navbera hêzên parastina sivîlan YPS’ê û hêzên taybet ên dewletê de pevçûn dijwartir bibin.

Li gor raporên belavbûyî,rêvebiriya hişk her ku diçe li Tirkiyê berfireh dibe. Duh tîmên taybet li riya Bismil û Ferqînê pêşiya vesayêtekê girtibûn, û welatiyê bi navê Vedat Orhan,Yusuf Ozturk bin çav kirine û piştre ji bo îfade dayînê ev derbazî Midûriyeta polîsan a Bismilê kirine. Li Gever û Wanê jî veguhestina vesayêtên zirxî zêde bûye.