Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî ên Kurdistanî civînek bo Hesen Şerefî pêk anîn

20:17 - 19 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Liser daxwaza Komîteya Hêzêzn Siyasî ên Kurdistanî, civînek bo Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê pêk hat.

Ligorî nûçeya gehîştî destê Kurdistanmedia yê, roja Çarşemî berwarê 23’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, Hesen Şerefî civînek lidar xist û têde bas ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn û, bitaybetî rewşa Kurd û Kurdistanê li her çar parên Kurdistanê, pêşkêşî pişikdaran kir.

Hesen Şerefî bi hûrî pêdagirî liser girîngiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn kir û herweha, erkê Kurd û hêzên Kurdistanî di rewşa niha ya pir hestyar de ku biserê Kurdan de hatiye, bi dijwar da zanîn û, erkê wan derheq bi parastina berjewendiya netewî ya Kurdan bi girîng da zanîn.

Hesen Şerefî di pareke din a gotinên xwe de, amaje bi vê yekê kir ku hêzên siyasî ên Kurdistana Başûr, gerek di vê rewşa niha ya pir nazik û hestyar de, bona parastina deskewtên netewî, destan ji berjewendiyên xwe ên taybetî bikişînin û piştevanê hevdu bin di pêxema parastina berjewendiyên netewî de.

Di beşek din a gotinên xwe de Hesen Şerefî basek liser rewşa niha ya Îranê û herweha destêwerdanên wî welatî di karûbarên welatên herêmê de, pêşkêşî pişikdaran kir.

Di vê civînê de aliyên endam di Komîteya hêzên siyasî ên Kurdistanî, dîtingeh û pirsyarên xwe derheq bi mijarên civînê, pêşkêş kirin.