Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Almaniyayê rêz ji 2’ê Rêbendanê hate girtin

20:27 - 19 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Bi boneya 70’hemîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, rêûresmek mezin bi pişikdariya bisedan kes ji Kurdên herçar parên Kurdistanê, li bajarê “Ştûdgard” a welatê Almanê birêve çû.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Malpera Kuristanmediya yê, roja Şemiyê berwarê 26’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, bi hinceta 70’hemîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, rêûresmk bişiko bi pişikdariya hejmarek berçav ji Kurdên herçar parên Kurdistanê, li bajarê Şitûdgard a Almanê hate lidarxistin.

Rêûresmê di despêkê de bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û piştre rêzgirtin ji canê paqij a Şehîdên Kurdistanê dest bi karê xwe kir û piştre, peyama her yek ji “Komeleya Kurdî li Ştûdgard” û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û peyema hevpar a aliyên Başûrê Kurdistanaê hate pêşkêşkirin.

Di beşek di a rêûresmê de fîlmeke dêkyomêntarî liser Komara Kurdistanê ji beşdaran re hate pêşkêşkirin.

Hewceyî basê ye ku “Komeleya Kurdî li Şitûdgardê” take rêkxistina Kurdî li welatê Almaniyayê ye ku Kurdên herçar parên Kurdistanê têde endam in.