Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Turk li Bakûrê Kurdistanê yasayên navnetewî binpê dike

17:59 - 20 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Cîgira Serokê Parlementoya Almanê “Kiladya Rod” ragehand ku, Turkiye li Bakûrê Kurdistanê yasayên navnetewî binpê dike.

Cîgira Serokê Parlementoya Almanê ji rêya ajansa nûçegihaniya DPA a Almanî ve ragehand ku, gerel li hemberî êrişên dijwar ên artêşa Turkiyê bo ser bajarên Bakûrê Kurdistanê, hikûmeta Almanê û rêkxistina “NATO”yê bertekên tund bigirin pêş.

“Kiladya Rod” ku siyasetvanekî naskirî yê Almanê ye û heyamek dirêj seroka Partiya “Kesk” bûye, wekî dostê kurdan tê naskirin û êrişên Turkiyê bo ser bajarên Bakurê Kurdistanê wekî binpêkirina “yasayên navnetewî“ di hesibîne.

Heyameke ku şerûpevçûn li bajarên Bakûrê Kurdistanê di navbera çekdarên PKK’ê û hêzên leşkerî ên Turkiyê derketiye û di encam de, xincî kuştina hêzên çekdar ên herdu aliyan, heya niha pitir ji 300 kes ji xelkê sivîl hatine kuştin û 750 kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî aware bûne.