Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma bîranîna 70.mîn salvegera Komara kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi rê ve çû

14:38 - 25 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Rê û resma bîranîna 70.mîn salvegera Komara kurdistanê li hola Se’d Ebdulla li bajarê Hewlêrê bi rê ve çû.

Li gora rapora nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia, Roja 21’ê Çileya Paşîn Rê û resma bîranîna 70.mîn salvegera Komara kurdistanê li hola Se’d Ebdulla li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna nûnerên partiyên her çar aliyên Kurdistanê, û hejmarek ji nûnerên konsolxaneyên çend welatan û bi amadebûna kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û akademîk û ragehandinên biyanî û navxweyî û herwisa endamên rêberî û kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ bi xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel dest pê kir.

Piştre Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya nawendî a PDKÎ bixêrhatina hemû amadebûyiyan kir û ew roja dîrokî li wan pîroz kir.

Piştre sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî bi vê boneyê ve peyamek pêşkêş kir. Navbirî di beşeke peyama xwe de weha got: “Rastiya dûhemîn dewletên dagîrker ên Kurdistanê ne ku her weke rejîma Pehlewî di serdemê Komarê de bi awayê berdewam di hewla pîlangêriyê li dijî Komarê bû û weke dujmin li Komarê nêrîne. Li serweyî hemûya Komara Îslamî ya Îranê ye, bi vê cîyawaziyê ku vê carê bi navê Îslamê rewayîyê dide kuştin û birrîn û wêranî û bêmafkirina me. Ji aliyekê hikûmeta Komara Îslamî bi navê Îslama Şî’e û bi nûneratiya Îmamê Zeman xwina cudabîrên xwe ku Kurd jî parek ji wan cudabîrane, helal dike û heya wî qasî pêşve çûn ku fetwaya cîhadê li dijî Kurdan dan û, bi navê danûstanê rêberên Kurdan teror kirin, ji aliyê din ve hikûmeta Îslamî ya Sune, yan DAÎŞ, axa Kurdan dagîr dike û pîr û zarokan dikujin û jinên wan bo xodametî û koletiyê dibin. Lê bi vê ferq û cudahiya girîng ku, eva hikûmeta Îslamî ya Sune dike dujminatiya xwe neveşêre û gotin û kiryarên wê li dijî Kurdan weke hevdu dujminkarane ye, lewra bona mezin û biçûkên Kurdan weke dujmin hatiye nasîn û pêşmergên Kurdan jî, bi serbilindî û cangorîtî li hemberî wan disekine û wan paşve dibe”.

Piştî wî jî parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî bi boneya 2’ê Rêbendanê axivtinek kir, û bas ji hecehiya yekrêziya navmala Kurd bona rawestana di hemberî gefên li ser gelê Kurd de kir.

Piştî xwendina çend helbest û sirûdên şoreşvanî ji aliyê helbestvanan û Tîpa Muzîkê a PDKÎ ve hate xwendin.

Herwisa Şoreş Ahî ê peykertaş tendîsa Pşewa Qazî Mihemed çêkiribû, ku ku di vê rêûresmê de li pêşberî amadebûyiyan hate danîn.

Di beşeke din de bi boneya 2’ê Rêbendanê rêzgirtinnameyekji aliyê Mistefa Hicrî ve pêşkêşî kesayetiyê serdema Komara Kurdistanê Mamosta Kerîm Zend û Şerîf Zorar pêşmergeyê Barzanî ê serdemê Komara Kurdistanê li bi nûneratiya pêşmergeyên Barzanî ên Komara Kurdistanê hate kirin.

Piştre çend stran jî ji aliyê hunermendMikayil ve hate pêşkêşkirin.

Bi boneya yad û bîranîna 70.mîn salvegera Komara Kurdistanê hinek peyamên pîrozbahiyê gihabûn destê birêveberên rê û resmê ku navên wan ew bûn:

Partiya Demokrat a Kurdistanê
YNK-Mekteba pêwendiyên giştî
Fermangeha pêwendiyên derve a Herêma Kurdistanê
Feraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê, Mekteba Siyasî
Komeleya Rêkxirawa Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê
Partiay Rizgariya Kurdistanê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
PartiyaAzadiya Kurdistanê-Bakur
Partiya Pêşeng a Kurdistan Sûriyê
Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê
Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye
Desteya Bilind a Rêkxirawa hişyarîa Ciwanan
Kovara Kurdistan 21
Rojnameya Xebat –Selam Ebdullah
Peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Kurdistana Îranê

13366.jpg

13370.jpg

13369.jpg

13367.jpg

13372.jpg

13365.jpg

13368.jpg

13373.jpg

13374.jpg

13384.jpg

13380.jpg

13387.jpg

13386.jpg

13391.jpg

13381.jpg

13375.jpg

13390.jpg

13377.jpg

13376.jpg

13382.jpg

13389.jpg

13385.jpg

13388.jpg

13378.jpg

13392.jpg

13383.jpg