Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê cezayê herî giran bi ser Behayiyîan de disepîne

20:43 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê di dadgeheke Bajarê Gurganê de, cezayê herî giran bi ser 24 hevwelatiyên Bihayî de sepand.

Li gor rapora kêmaniyên mesebî yên Îranê, 24 hevwelatiyên Bihayî di dadgeheke bajarê Gurganê de, bi 193 sal cezayê hepsê hatine mekûmkirin, û di çend salên derbazbûyî de eva cezayê herî giran e ku dadgeheke rejîma Îslamî a Îranê bi ser kêmaniyên mesebî de disepîne.

Hêjayê gotinê ye ku hevwelatiyên Bihayî di çend mehên derbazbûyî de bi awayekî eşkere û hertimî rastî azar û ezyet û bêhûrmetiya dezgehên hikûmî yên rejîma Îranê tên.

Herwiha li gor rapora kempêyna “Ne, ji bo azardana girtiyên Bihayî”, binpêkirina mafê Bihayiyan di çend mehên derbazbûyî de, binçavkirina berfireh a wan hevwelatiyan di bajarên Mervdeşt a Şîrazê û herwiha derkirin piraniya wan ji zanîngehên Îranê mînaka zexta li ser Behayiyan ne.