Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana şanda PDKÎ li deftera nûnerayetiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Swîdê

20:46 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Şanda PDKÎ bi serperestiya Hesen Şerefî cîgirê sekretêrê giştî ê PDKÎ li welatê Swîdê, seredana nûnerayetiyê kir û ji aliyê Şoreş Qadir ve hate pêşwazîkirin.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Kurdistanmedia, şanda PDKÎ li ser daxwaza deftera nûnerayetiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Swîdê,serdana vê nûneratiyê kir.

Di vê seredanê de her du aliyan basek li ser Kurdên dervayî welat, rewşa Kurdistanê bi giştî û başûra Kurdistanê û êrîşên DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistan û xweragiriya Pêşmergeyên Kurdistanê hat kirin.

Her di vê seredanê de basa rewenda Kurdî li derva û hesta alîkarî di navbera Kurdên her çar parên Kurdistanê û çalakiyên netewî li welatê Swîdê kirin, û her du aliyan bîr û rayên xwe pêşkeş kirin.

Her di vê derheqê de, rêzdar Hesen Şerefî ra û boçûnên PDKÎ pêşkeş bi wan kir, û ragehand ku PDKÎ wek berê amade ye her cure alîkariyekî ye ku bi qazancê Kurd û Kurdistanê hebe, bike.