Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ bo kongireya duyem a HDP’ê peyamek şand

20:57 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDKÎ peyameke pîrozbahiyê bo kongireya duyem a HDP şand, ku deqa peyamê weha ye:

Birêzan / Selahedîn Demîrtaş û Fîdem Yoksegdax, hevserokên Partiya Demokrtîk a gelan

Tevî silav û rêzan

Em kêfxweş in ku pîrozbahiya xwe bi boneya pêkanîna duhemîn kongireya partiya we, pêşkêşî we yên rêzdar û hemû endamên pişikdar di kongireyê de û herweha tewahiya Endamên HDP’ê bikin. Bê goma em hemû haydar in ku heyamek e, Rojhilata Navîn bi giştî û ew welatên ku Kurd biser de hatine parvekirin û rewşa gelê Kurd bi xwe, di pêvajûya guherînkariyên kûr de ne û, pitir ji hemû demeke din, Kurdan kariye ku sirinc û bala cîhanê bo aliyê xwe rakêşe û bê nasîn.

Encama wan guherînkariyan wî çaxî wê di berjewendiya gelê me û gelên din ên Turkiyê de be ku, em bikarin ji wan guherînkariyan bi başî mifahê bisitînin û hoşyar bin. Ev armanca han jî demekî wê bigîje encamê ku berî her tiştî, bi qebûlkirina hevdu, em refên xwe qahîmtir bikin, bona vê ku dijmin û neyarên me ku hertim di bose û dolaban de ne bo me, valahiyên di navbera me de zêdetir nekin û bi vî awayî, nekarin ku derfeta han jidestê me derxînin.

Partiya Demokratîk a Gelan bi sedema rewşa vê xebatê ku îro rojê têde derbaz dibe, weke partiyeke fermî li rûbera herî pan û nifûsa herî zêde, wate di Kurdistan Bakûr de, xwedî berpirsatiya herî mezin e.

Ev yek jî gerek liberçav be ku, çavaniya diyarîkirina qedera her yek ji parên Kurtdistanê û, cihgîrbûna demokrasiyê di Turkiyê de, wê bandorê bixe ser parên din ên Kurdistanê û welatên cîran ên Turkiyê û tenanet hemû welatên Rojhilata Navîn û bitaybetî Kurdistana Bakûr ku, di gellek waran de û bitaybet di warê siyasî de, xwediyê girîngiyek taybet e.

Em liser vê baweriyê ne ku, yekgirtîbûn û yekrêziya xûşk û birayên me di Kurdistana Bakûr de û, domandina xebata siyasî (Ku bi awayekî rêjeyî di Turkiyê de rê pê hatiye dan), dikare gellek ji wan astengan liser rêya xebata Kurdistana Bakûr, ji holê rake û, deskewtên siyasî ên zêdetir bo gelê me bidest bixe ku, reng e di xebata tundûtûj de, nehên bidest xistin.

Bi liberçavgirtina van rastiyan û hevpeywendî û hevsoziya me, em hêvîdar in ku, kongireya we serkevtî be û, encama wê bibe pejirandina hejmarek biryar û rasipardeyêm wûsa ku, di pêvajûya pêşvebirina doza Kurd li Kurdistana Bakûr û, geşekirina demokrasî û aşîtî ya di Turkiyê de, bandoreke erênî hebe.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

06.01.2016 a Zayînî
16.10.1394 a Rojî