Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 2’ê Rêbendanê li ser sînorên di navbera Rojhilat û Başûra Kurdistanê de bi rê ve çû

21:24 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Li çiyayê Berbizinê ku dikeve sînorên di navbera Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr de, 70’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, ji aliyê Hêza Taybeta a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve bilind hate ragirtin.

Spêdehiya roja Duşemî berwarê 5’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, rêûresma salvegera avabûna Komara Kurdistanê bi pişikdariya endamên rêberî kadr û pêşmergên Hêza Taybet a çiya û herweha endamên Nawenda Sê, û endamên Komîteya Hizbê li bajarên Hewlêr û Diyana, li çiyayê Berbizinê hate lidarxistin.

Piştî sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bêdebgiya bona rêzgirtina ji xwîna paqij a şehîdên Kurd û Kurdistanê, Rehîm Mangurî fermandarê Hêzên Taybet ên çiya bixêrhatina mêhvan û pişikdarên rêûresmê kir.

Piştre Teymûr Mistefayî Endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, çend gotinek derheq bi Komara Kurdistanê û rola qehremanane ya pêşmergên serdemê Komarê û pêşmergên niha ku liser sînoran cihgîr bûne, pêşkêşî pişikdaran kir.

Di beşa din a rêûresmê de sirûdek bi navê “Aferîn qzî Mihemmed” ji aliyê korsa Hêza Taybet û sitranek li jêr navê “Hatewe dûy Rêbendan” ji aliyê Mihemmed Mihemmedzade û Hîsam Silêmanî ve pêşkêşî pişikdaran hate kirin.

Di beşa din a rêûresmên de Hiwa Mîrzayî kadrê siyasî yê Hêza Taybet bi pêşkêşkirina parçe helbestekê rêûresim xemiland.
Piştre Selam Girdesorî pexşanek li jêr navê “Sard û Sûle Sablax” pêşkêşî pişikdaran kir.

Rêûresmê bi sitranekê ku ji aliyê Mihemmed Mihemmedzade û Îsma’îl Elîmihemmedî û Şimşala hunermendê pêşmerge Saman Seydehmedî ve hate pêşkêşkirin, dawî bi karê xwe anî.

13487.jpg

13488.jpg

13489.jpg

13490.jpg

13491.jpg

13492.jpg

13494.jpg

13495.jpg

13496.jpg

13497.jpg

13498.jpg

13499.jpg

13500.jpg

13501.jpg

13502.jpg

13503.jpg

13504.jpg

13505.jpg

13506.jpg

13508.jpg

13507.jpg

13509.jpg

13510.jpg

13511.jpg

13512.jpg

13513.jpg

13514.jpg

13515.jpg

13516.jpg