Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

20:47 - 27 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: “Menîce Bîware” dayîka şehîd “Ebûbekir Pûyî” pêşmergê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, berwarê 5’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, dayke “Menîce Bîware” dayîka şehîd Ebûbekir Pûrî bi sedema nesaxiyê li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir û di nava aporaya xelkê bajêr û derdorê de bi axa pîroz a nîştimanê hate sipartin.

Hewceyî basê ye ku şehîd Ebûbekir di sala 1344’an de li gundê “Lik bin” a ser bi bajarê Pîranşarê hatiye dinê û piştî ku çeka şerefê ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dike milê xwe, berwarê 6’ê Xermanan a sala 1361’an li cihekê bi navê “Gorê Dîlanan” şehîd dikeve û li gundê “Sofiyanê” bi axa nîştimanê hatiye sipartin.

Her di vê derheqê de Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên dayke “Menîcê” û xwe di xem û kovana jidestdana wê de bi pişikdar dizane.