Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endam û alîgirên Hizba Demokrat bi boneya 2’ê Rêbendanê berdewam in

20:48 - 27 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Endam û alîgir û rêvîngên rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkenîd, bi boneya 2’ê Rêbendanê 70’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li bajar û gundê Kurdistanê bi belavkirina tirakt û CD û pûstêrên taybet bi Hizba Demokrat çalakiyên teblîxatî û teşkîlatî lidar xistin.

Li gorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia yê, şeva 2’ê Rêbendanê li bajarên Pawe û Mihabat û bajarokê “Çorjî” ya ser bi Pawe, bi boneya bilind ragirtina 70’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê çalakiyên teblîxatî hatin meşandin.

Ev cihên ku li bajarokê “Çorjî” çalakiyên teblîxatî lê hatine encam dan pêk tên ji, derdora mizgefta Îmam Mihemed Xezalî, Medreseya Razîn, rêya Pawe Çorjê, rêya Pawe Şimşêr ê.

Her bi vê boneyê ve, rêvîngên rêbaza Komara Kurdistanê li bajarokê “Şimşêrê” jî, di çend rojên derbazbûyî de çalakiyên berîn ên teblîxatî lidar xistin û, eva jî bibû sedema tirs û dilkutoka hêzên ser bi rejîmê li derdorê.

Li bajarê Serdeştê jî, endam û alîgirên Hizba Demokrat bi boneya 2’ê rêbendanê çalakiyên berîn lidar xistin.

Ev çalakiyên han ên bajarê Serdeştê, li rêyên “Helwê” û “Şêwesel” û beşek ji cihên “Nelasê” û herweha kemerbendiya Nelasê û derdora mizgefta Omer Faroq û taxa “Keşawe” û rêya “Wawan Wergêl” û kolana Bîmaristanê, hatine lidarxistin.

Her bi vê boneyê endam û alîgirên Hizba Demokrat bi nivîsandina dirûşmên curbicur li ser diwar û kolanên bajarokê Nelasê jî, hilbijartinên dahatî ên Komara Îslamî baykot kirin.

Li bajarê Şino yê jî, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistanê li bajarokê “Nelosê” û taxên “Qebrê Şehîdan” û şeqama Dr.Qasimlo û şeqamên Baxî Gêlas, Seydwa, Taçînawê, Selîmaba a Serû û xwarû û çend gundên din çalakiyên curbicur lidar xistin.