Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanoya hilbijatina Reşemê ji deriyê axivtinê Xamineyî ve

14:46 - 4 Şibat 2016

Mistefa Hicrî

Biryar e ku roja 7’ê Reşemê, perde li ser pêncemîn dewra şanoya hilbijatina Meclisa “Xibigan a rêberî”, û Meclisa Şêvra Îslamî ya dehem, bikeve ser ekrana siyasî a Îranê. Di vê mijarê de em dixwazin ku çavekî bi ser çawaniya birêkxistinkirina hilbijartina Meclisa Şêvra Îslamî de bigerînin.

Niha piştî nêzîk bi çar dehikan hikûmeta Komara Îslamiya Îranê û ducarîkirina vê şandoyê di vê demê de, piraniya xelkê Îranê, avakerên dîmrnên şanoyê, lîstikvan û di dawiyê de serkevtiyên vê şanoyê, her ji berê ve nas dikin.

Rejîm di her yek ji van şanogeriyan de, girûpek ji nûnerên xwe yên emegdar ku parêzerê weliyê feqîh in, ji riya nawenda “nizaretê Îstiswabî” a Şêvra Nobedar ve bi xelkê didin naskirin, û piştre jî bi mezinahiya xwe, rê didin xelkê ku di nav vê hejmara nûnerên emegdar bi rejîm de, hinek kesan bi navê nûner bişînin “xanêyê millet”!, hejmarek ji kopal bi destên emegdar bi rejîmê, ku hekî cudahiyek jî di navbera wan de hebe, li qasî kopal bi destbûna wan de ye.

Di tewahiya wan hilbijartinan de her ji qonaxên destpêkê heya dawiyê, ji aliyê rejîmê ve pilan jê re hatiye darêtin, û ya ku hêlane stûyê xelkê, ew e ku ew bi awayekî pirr reng beşdariyê tê de bikin, da ku bikare bi vî rengî wisa nîşan bide ku xelk bi awayekî pirr reng beşdarî hilbijatinê bûne, û wisa nîşan bide ku eva xelk pêşwaziyê ji wan dikin, û eva ew hilbijartin rewa ne, û eva “misteke bihêz li ser devê dijminên navxweyî û derekî ye”.

Her çawa ku Xamineyî di hevdîtina bi xelkê Qumê re di roja 19.10.1394’an de, tevî vê ku “Berhevbûna xelkê di hilbijartinê de, ji sedemên mana vê rejîmê da zanîn”, herwisa hinek basên din jî kirin, ku armanca rejîmê ji beşdariya di hilbijartinê de rohntir bas dike, bi taybet:

-“Beşdariya di hilbijartinê de, dibe sedema vê ku rejîma Komara Îslamiya Îranê bihêz bibe, û li ser pê rawestiyan û mana wê jî bê desteberkirin”.

-“Em dibe bibînin ka gelo ew rîzbenda (merema wî rîzbendek ji navê berbijêran) ku didin me, eva kî ye ku wê dide me, bizanin ka gelo ew dîndar in, şoreşger in, li ser xet in, li ser riya Îmam in, Îmam qebûl dikin?”.

-Niha belgeya herî baş û gihîştina bi vê encamê ku gelo dibe em di hilbijartinê de beşdariyê bikin yan ne, wergirtina encamê ji axivtina Weliyê Feqîh e, û wergirtina bersivên van pirsyaran, ji aliyê her hemwelatiyekî Îranî ve:

Gelo em daxwazkarê bihêzbûna nizama Komara Îslamiya Îranê û desteberbûna mana wê ne?
Hekî bersiv erênî ye, dibe di hilbijartinê debeşdar bin, lê hekî nerênî be, nabe beşdar bin.

Di beşa duyem ya axivtinên Xamineyî de, ew pîvanên ku ji bo naskirina berbijêrên Meclisa Şêvra Îslamiya Îrabê bas dike ew in: Dîndarbûn, Şoreşgerbûn, li ser riya Îmam bûnê, û qebûlkirina Îmam bi awayekî rasteqîne, û helbet tewahiya wan taybetmendiyan li gora wê şiroveya ku li ser rêberiyê heye, û encama tewahiya van tabetmendiyan jî, tu tiştek nine ji bilî “bihêzbûn, li ser pê serkinîn û mena rejîmê”.

Di tewahiya deqa axivtina xwe de tu hevokekê jî nabînî ku tê de bas ji azadî û demokrasiyê bi wateya wê ya rastîn kiribe, û xelkê hay bidin da ku dengê xwe bidin kesên bi vî awayî. Encama hilbijartinên sê dehikên borî jî hebûna nûnerên bi vî rengî di meclisê de bûne.

Encama vê şirovekirinê ev e ku alîgirên rejîmê bona man û berdewambûna rejîmê, gereke di hilbijartinê de pişikdar bin, da ku ji vê rêyê ve emrê rejîmê dirêjtir bikin, û dizîn û birina nan û şeref û kerameta xelkê Îranê zêdetir bikin, lê dijberên rejîmê û bi taybetî neteweyên bindest û zulmlêkirî ên akinciyê Îranê, û li serweyî hemûyan netewa Kurd, ku Komara Îslamî bi dirêjiya deshilatdariya xwe, ji hemû mafên mirovekî azad û serbest bêpar kiriye, mafên siyasî û civakî ên wan zewit kirine û çand û ziman û baweriyên wan ên mesebî sivik û binpê dike, bi awayekî mentiqî gereke ne tenê hewla mana rejîmê nedin, belkî hewla bêhêzkirin û jinavbirina rejîmê bidin û di hilbijartinê de pişikdariyê nekin.

Herçend mixabin hinek kes û girûp di civakê de peyda dibin, û bi hinek sedemên taybet pirûpaganda dikin û xelkê bona pişikdariya di hilbijartinan de tûj dikin, û bona pasawdana karê xwe jî li ser vê yekê disekinin ku, xelk wê bona xistine berbas a daxwaziyên xwe mifahê ji hilbijartina bistînin, lê belgeanîn heya wî çaxî rast e ku, xelkê Îranê û Kurdistanê rewş û xwastekên xwe bi merema birêveçûna hilbijartinek azad û demokratîk û, bi aliyê kêm ve hewcehî bi rakirina “Nizaretê Êstswabî” ya Şêvra Nobedar di nasandina berbijêran de heye û, dema ku nehate qebûlkirin û bi xatircemî ve nahê qebûlkirin, xwe ji çûna bo ser sindûqên dengdanê diparêzin.

Belgeya din a wan kes û girûpan ku daxwaza pişikdariyê di hilbijartinan de dikin ev e ku, di nava wan berbijêrên ku kêrhatîbûna wan hatiye pejirandin, dengê xwe bidin wan berbijêran ku li hemberî yên din bêtir in. Eyba vê belgeyê ev e ku vê “Şayî’e” (gotegot) û “Tewehomê” (tirs) di nava xelkê belav dike ku, îmkana hilbijartina nûnerên xelkê di nava wan berbijêran de ku kêrhatîbûna wan hatiye pejirandin, ji aliyê Şêvra Noberad ve heye, lewra hewce ye ku sefên ser sindûqên dengdanê dirêjtir bikin.

Bê guman encama vê yekê jî mifahwergirtina rejîmê ye bi qazancê xwe û, pirûpagandeya beşdariya berfireh a xelkê di hilbijartinan de û, eva jî bi wateya Meşrû’îyet dan e bi rejîmê di cîhan derve û, herweha dixwazin bi vî awayî razîbûna xelkê ji rejîmê nîşan bidin.

Encamên hilbijartinên berê jî dide xûyakirin ku, kesên ku ji fîltêra “Nizaretê Êsteswabî” ya Şêvra Nobedar derbas dibin, hemû berbijêr û nûnerên Komara Îslamî ne, û xincî vê nikarin alîgirê aliyekî din bin. Sedema sereke ya parvemana rejîmê binpêkirina mafên mirovî ên xelkê, şerên 8 sale yê malwêranker û mehkûm bi şikest a di navbera Îran û Îraqê de, zêdexwaziya berhemanîna çekên etomî û encamên bi zirar bo xelkê Îranê, êrîşbirina bo ser balyozxaneyên welatan di navxweyî Îranê de, eva ku rejîm bûye welatê herî mezin ê terorîst di cîhanê de, zêdebûna zext û gîvaş û rewşa ewlehî û zêdebûna rêjeya bidarvekirinan, û ev hemû diyardeyên xirab û qirêj ên cîvakî, ku gevriya xelkê Îranê girtine, bi sedema nebûna nûnerên rastîn ên xelkê di Meclisê de.

Lewra tûjkirina xelkê bona pişikdariya di hilbijartinek weha de, bi her sedemekê be, tu guherînekê bi ser van rastiyên tal ku rojane bi milyonan kes ji hemwelatiyê Îranî û cîhanê dibînin nahîne, û bi giştî ragehandina “Lebêyk”ê bo gotina Îmam, di rastaya tekoşîna bona parastin û mana rejîmê, û “Av berdana di nava aşê rejîmê de” ye.