Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

13 kesên din ji endamên Spaha pasdaran li Sûriyê hatin kuştin

22:52 - 4 Şibat 2016

Kurdistanmedia: 13 endamên Spaha Pasdarên rejîma Îranê di şer û pevçûnên Sûriyê de hatin kuştin.

Li gor nûçeyan, roja 14.11.1394’an 13 endamên Spaha Pasdarên rejîma Îranê di şer û pevçûn tevî opozîsyonên Sûriyê de hatin kuştin.

Di nav wan kuştiyan de sertîp “ Mohsên Qacariyan” fermandeya tîpa 21 a zirêhiya Îmam Riza ya Nîşabûrê tê dîtin ku tevî 12 kesên din li Helebê hatîne Kuştin.

Li gor nûçeyan, şonasa 12 kesên din Rehman Payî, Îman Azerbûriye, Reza Adilî, Mohsên Kûlabadî, Ehmed Elyasî, Ehmed Emcedî, Hebîb Rehîmîmeniş. Mehmud Eskenderî, Mistefa Xelîlî, Hesen Rezaqî Se’îd Elîzade û Hamid Kûçikzade hatiye ragehandin.

Rejîma Îranê bi fermî ragehandiye ku vêdebirina Beşar Esed bo me hêla sore û em dê bi hemû şiyanên xwe piştevaniya Esed bikîn.

Hêzên Spaha Pasdaran û Besîcên rejîma Îranê weke girûpa “Gordana Fatimiye” ku li kesên Îranî û Efxanî pêktê, bi nave parastina “Herema Hezretî Me’sûme” bi merema parastina rejîma Beşar Esed li şerê Sûriyê de beşdar e û tevî opozîsyonên Sûriyê şer dike.

Di destpêkirina şerê Sûriyê li sala 2011’an heya niha herî zêde 100 kes endamên pilebilind ên rejîma Îranê li Sûriyê hatîne kuştin.