Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li ser şanoya hilbijartinên rejîma Îranê li bajarê Hewlêrê bi rê ve çû

22:56 - 4 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê (YJDKÎ) li ser şanoya hilbijartinên rejîma Îranê semînarek li ser beşdariya jinan di hilbijartinan de li bajarê Hewlêrê bi rê ve bir.

Roja 14.11.1394’an YJDKÎ li bajarê Hewlêrê semînarek bi navê “beşdariya jinan di hilbijartinên Îranê de” bi beşdariya çend aliyên siyasî û çalakvanên mafên jinan li dar xist.

Destpêka semînarê bi ragirtina çend xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Semînara han li sê beşan pêk hatibû ku di destpêkê de “Fatime Osmanî” sekretêra YJDKÎ basek li ser astengên li ser rêya jinan di Îranê de pêşkeşî beşdaran kir û got: “Jin di Îranê de nikarin wan mafane jî ku di yasaya rejîma Îranê de ji wan re hatiye diyarîkirin, xwe azad bizanin û bikarin di cîhana îro de bas ji azadî û fîmînîstbûnê bikin”.

Di beşa duhem a semînarê de “Ferîba Muhemedî” endama heyeta birêveberî ya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê, û berprsa rêkxistina Aso ya jinên Kurd, amaje bi beşdariya kesên siyasî û kitkitên civakê û başdariya Kurd û bitaybet jinên Kurd kir û got: “Komara Îslamî a Îranê ku yasaya destûrî di welatê wê de li ser Îslamê ye, û piraniya dîtingehan tê de li dijî jinan in, nikare mafên jinan ku çend sale xebatê bo dikin, dabîn bikin, her ji ber vê yekê rola jinan di sîstema rejîma Îranê de di asteke sifir de ye”.

Di dawiya semînarê de beşdaran jî rayên xwe li ser wan basan gotin û ji aliyê birêveberên rêûresmê ve bersiva pirsên wan hatin dayîn.