Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Jinêv3 ya taybet bi kirîza Sûriyê ber bi sikistê ve diçe

22:57 - 4 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Serokê şandeya bilind a dijberên rejîma Sûriyê ragehand ku, tîma dijberên Beşar Esed wê Jinêvê bi cih bihêle û çaxê ku xwastekên wan ên mirovî gehiştin encamê, wî çaxî wê vegerin ser mîzê danûstanan.

Riyaz Hicab ê Serokê şandeya bilind a dijberên Sûriyê piştî vê ku danûstan hatin paşxistin, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, kesek ku bi dû rêçareyên siyasî bigere, êdî siyaseta kuştinê nagire pêşiya xwe.

Riyaz Hicab serbarê nîşandana rêz û pêzanîna xwe ji şandiyê “NY” Dy Mistura û civaka cîhanî, ragehand ku welatên dost pêdagiriya xwe bon sekinandina dorpêçan û bidawîanîna kuştina xelkê sivîl nîşan dan , û eva jî gerek bibe sedemek ku civaka cîhanî zext û giwaşên xwe bo ser Beşar Esed zêde bike.

Serokê Şandeya bilind a dijberên Beşar Esed herweha ragehand ku, Beşar Esed meşrû’îyrta xwe jidest daye û biryara berdewamiya şer an ku lidarxistina aşîtiyê di Sûriyê de, ne di destê Beşar Esed de ye, belkî di destê Tehran û Mosko yê de ye.

Hicab serbarê vê ku sedema sereke ya bê encam mana Jinêv3 yê rejîma Beşar Esed û hevalbendên wî da zanîn, ragehand ku,Tehran û Mosko xwendingeh û nexweşxaneyan bombebaran dikin û hevdem digel destpêbûna danûstanan, Beşa Esed û hevalbendên wî êrîşên xwe ên esmanî zêde kirine, bi awayekî ku di yek roj de 215 êrîşê esmanî kirine ser bajarê Helebê û derdorê.