Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo Kurdan di Jinêv 3 de çi heye?

18:50 - 5 Şibat 2016

Aref Vêlzî

Jinêv 3 konferansa herî mezin e ku heya niha li ser kirîza Sûriyê pêk tê û, tê gotin ku Jinêv 3 konferansa dawiyê ye û wê kirîza Sûriyê tê de çareser be, lê di vir de pirsyarek heye ka gelo kirîz wê çava çareser be? Gelo mafê hemû aliyekê wê têde bê bidestxistin? Gelo bo gelên Sûriyê ku heyan niha pitir ji 350 hizar kes ji xelkê sivîl têde hatine kuştin û, bo bi milyonan birîndar û awarê lê ketiye, wê çi hebe? Jiber ku di rastî de ev şerê ku niha li ser axa Sûriyê tê kirinê û eva 5 sale ku dewam dike û gelê Sûriyayê ber bi malweraniyê dibe, şerê gelên Sûriyê nine, belkî şerê Jêopolitîk a zilhêzên cîhanî û herêmî ye.

Her bona bîranînê em bêjin ku di konferansa Jinêv1 de ku di sala 2012’an hate lidarxistin û, wî çaxî tu bas û nîşanek ji hêzên Kurdî ên weke “PYD” û terorîstên DAÎŞ’ê nebû, sata daxwazên opozisyonê û piştevanên wê di astekî herî bilind de bûn, bi awayekî ku yek ji daxwaziyên wan nemana Beşar Esed di deshilata Sûriyê de bû, û di hember de jî mana Beşar Esed di deshilata Sûriyê de, yekemîn merca hikûmetê di danûstanên vê konferansê de bûn, lewra konferansa Jinêv1 bê encam ma û şerê malwêranker berdewam û kûrtir ji berê bû.

Di Konferansa Jinêv2 de bi sedema destêwerdanên zêdetir a welatên herêm û cîhanî û piştre derketina Rûsiyayê bo nava şer, di cihê bêtirkirina rewşê û bidawî anîna şer, hevkêşe di rasteya zêdetirbûna şer de hatin guhertin û ew konferans jî bê encam bi dawî hat.

Lê niha di konferansa Jinêv3 de ku roja Înê berwarê 9’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî dest bi karê xwe kir û hate ragehandin ku mumkine konfirans 6 heyvan bidome, wûsa tê xûyakirin ku vê carê Amerîka û Rûsiya weke du zilhêzên cîhanî û Tirkiye û Îran jî weke du zilhêzên herêmî û xwedî rol û bandor, li ser pêşeroja Sûriyê lihev kiribin, jiber ku niha wûsa dixûye ku asta daxwaziyên her çar welatan dabezîbe.

Bi vê wateyê ku niha êdî weke berê hem Amerîka û hem jî Tirkiyê tekezê li ser dûrxistina Beşar Esed li deshilatê nakin û tenanet Tirkiye tenê bi vê yekê razî dibe ku rê ji “PYD” bigire da ku li Jinêv3 de pişikdar nebe, û herweha Rûsiya û Komara Îslamî jî êdî amade ninin ku bi hemû awayekî têçûya vê şerê mezin li Sûriyayê bidin û bas ji mana Bşar Esed li ser deshilatê weke merc nakin.

Niha bêhna lihevkirinekê tê ku pê diçe eniya Rûsiyayê pişka Şêr ji xwe re biribe, lewra ez dixwazim li ser du xalkên girîng di Jinêv3 de bisekinim û pêdagiriyê bikim:
Xala yekemîn ev e ku Komara Îslamî kariye ku Waşinton û Mosko û Enqerê razî bike ku axa Sûriyê bi yekparçeyî bimîne û tenê hinek ji herêmên weke Kurdistanê di warê leşkirî de dibin çavedêriya “PYD” de bihêle. Di vê haletê de wê 15% ji axa Sûriyê di bin destê Elewiyan de û 14% jî di bin destê Kurdên ser bi “PYD” de be ku, xwe ji avakirina dewleta Kurdî di Sûriyê de diparêzin û di heman demê de jî opozisyona Sûriyê wan bi hevpeymanê Beşar Esed tawanbar dike.

Xala dûhemîn û pir girîng ev e ku, di vê navberê de ku her kes û aliyek di berjewendoiya xwe de hewla sitandina poyenên curbicur dide, wê çi biserê Kurdên hejar û belengaz bê? Kurdên ku di vê dema hestyar û çarenivîssaz de ji aliyê herd eniyên opozisyon û hikûmetê ve tên dijminatîkirin û hevdem di navxwe de jî dijatiya hevdu dikin.

Di yekemîn roja civîna Jinêv3 de, serebarê vê ku herdu aliyên hikûmet û opozisyon heyamê 5 salane şerê hevdû dikin û lihevdû dixin û li tu cînayetekî li dijî hevdû destê xwe neparastine, lê li ser doza Kurd û mafên wan ên mirovî û netewî hevbîr in û tenanet bawerî bi doza Kurd di Sûriyê jî de nine.

Her di rasteya vê eqliyet û mentalîteyê de bû ku yekemîn merca opozisyonê di Jinêv3 de ku “ENKS” jî bi nûneratiya Kurdan têde pişikdar e, eva bû ku berî destpêkirina her danûstanekî hewce ye ku navê “Komara Erebî ya Sûriyê” her weke berê di cihê xwe de bimîne, eva jî bi vê wateyê tê ku di Sûriyê de neteweyek bi navê Kurd nebûye û nine û nabe, di heman demê de jî “Beşar Ceferî” yê nûnerê hikûmeta Beşar Esed ku bi gotina opozisyonê hevpeymanê “PYD” ye ragehand ku, her kes bas ji serbixweyî û tenanet Federaliyê li ser axa Sûriyê bike, bila here hebekê bi navê “Panadol” bixwe û xwe tûş serêşiyê neke, jiber ku tiştê weha tucarî rû nade û naqewime, eva jî bi vê wateyê tê ku di Sûriyê de neteweyek bi navê Kurd nebûye û nine û nabe.

Lewra di dawiyê de bi liberçavgirtina wan hemû nezelaliya Jinêv3 yê, ez dixwazim bêjim ka gelo bo Kurdan di Jinêv3 de çi heye?
Ya girîng ev e ku di despêkê de Kurd bi dirûşmên weke demokrasî û azadî û mafê hemwelatîbûnê nehê xapandin, jiber ku dîrokê selimandiye ku tenê dirûşmên bêkakil mafên Kurdan dabîn nakin.

Mînaka herî berçav bo selimandina vê rastiyê jî ev e ku Tirkiye bi nabê demokrasitê xelkê bêtawan a Kurd li Bakûrê Kurdistanê dikuje, Komara Îslamî di bin siya Îslamê de û bi navê Îslamê Kurdan bidarve dikeK di Îraqa parlimanî û federal de, di bin siya parliman û federaliyetê de hewla têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê tê dayîn.

Lê niha ku Kurdistana Rojava bûye rastiyek û fakterek girîng e li dijî terorîstên Îslamî û xwediyê hêza herî mezin a rêkxistî ye li ser axa Sûriyê, hewce ye ku herdu bereyên “ENKS” û “PYD” bi yek gotar û yek bertek, şerê parastina axa Kurdistana Rojava û mafên gelê Kurd di wê para Kurdistanê de bidin û bi berxwedana xwe, netewa Kurd û pirsa Kurd li ser axa Sûriyayê bidin selimandin.