Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwedê Îranê ji “Direwan” biparêze!

18:52 - 5 Şibat 2016

Tê gotin ku çaxê xwe “Koroşê Hexamenişî”, ku çaxê we bi kuştin û êrîşên xwe bo ser hemû gel û xelkên herêmê, dagîrkariyek zêde kiriye, û gellek herêm xistine bin destê Împeratoriyeta xwe ya taze avakirî de, di wan Ketîbe û nivîsokên wî çaxî de ku li ser Kevir û lewhan mane, navbirî du’a bo Împeratoriyeta bin destê xwe kiriye, û ji “Ehûra Mezdayê” dixwaze ku xelk û welatê wî ji sê tiştan biparêze: Dujmin û hişkesalî û direw!

Eva ku di du’aya Koroş de hatiye û bas ji dujmin û hişkesaliyê dike, tiştekî asayî ye û li seranserî dîroka hemû neteweyan, dujmin û hişkesalî belayek mezin bûne bo ser her netewe û welatekî. Lê eva ku ecêb tê berçac û cihê heyrî manê ye, ev e ku Koroşê paşayê Hexamenişiyan ku bi hezaran kes di herêmê de kuştine û axa wan dagîr kiriye, çima gereke ji Ehûra Mezdayê bixwaze ku welatê wî ji direwan biparêze?!

Ev xala han wî çaxî zelal dibe ku çav li hemû dîrokê bikin heya niha, bi rindî eşkere dibe ku, xaleke bihêz û girîng di nava kultura siyasî û siyasetvanên Îranê de ku hertim pênaseya hakimiyeta di Îranê de bûye, “Direw kirin”e. Ev paramêtr û pênaseya han bi qasekî di nava çanda siyasî ya Îranê de zeq û berçav e, û bi qasekî rihe û rîşe avêtine ku, tenanet têkilî kultura civakî jî bûye, û rolekî berçav di jiyana asayî û nawendakinciyan peyda kiriye, bi awayekî ku gellek bi hêsanî direw û xapandin di nava kolanan de tê bihîstin û bi hêsanî jî li kêlekê re derbaz dibin, weke vê ku hekî ji nişkê ve kesekî siyasî û rastbêj li nawenda Îranê peyda bibe, hemû kes wê heyrî bimîne û jê bawir nakin!

Rejîm bi hêsanî direwan dike û mohre û kirêgirtiyên wê jî van direwan belav dikin û kinek kesên binav siyasî jî ku temaha wergirtina hinek poan û îmtiyazan ji rejîmê hene, wan direwan ducarî dikin û kes jî nafikire ku, birêvebirina jyana xelkê bi direw û xapandinê naçe pêş, û eva dibe sedem ku xelkê Îranê di qopiya herifîna exlaqî de roj bi roj pitir niqum dibin.

Di vir de ye k rastiya han derdikeve ku direw bi vê qasî di kultura siyasî û civakiya akinciyê nawendê de rîşe daye ku, tenane Koroşê Hexamenişî jî bi destê direwan dinalîne û di hember de nekariye tu karekî bike û bi neçar hewara xwe dibe bo Ehûra Mezda, da ku wî ji belaya direwan biparêze!