Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyên Kurdistana Bakûr konferansekê li ser rewşa Kurdistana Bakûr hate lidar xistin

15:18 - 6 Şibat 2016

Kurdistanemdia: Îro li Kurdistana Bakûr de li ser van şer û pevçûnan, û hewildan bona çareseriya kêşeyan, partiyên Kurdistana Bakûr konferansek hate lidarxistin.

Li gora nûçegihaniyan, ji bo ku şer û pevçûnên li Bakûra Kurdistanê bêne sekinandin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur, Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Hereketa Azadî û Partiya Kurdistanî (PAKURD) konferanseke hevpar lidar xistin.

Partiyên kurdî li Amedê, bi serenavê “Konferansa Perspektîfa Çareserîya Siyasî û Bidawîanîna Şerê Li Kurdistanê” vê konferanseke du rojî bi rê ve dibin.

Ew konferans îro bi danîna beşek ji axivtina parêzerê Kurd ê bi navê Tahir Îlçî dest pê kirin, ku tê de bas ji hewcehiya cihgirkirina aştiyê li Kurdistana Bakûr de kiribû, û piştre jî di dema şer û pevçûnan de bibû armanca gulleyan û canê xwe ji dest dabû.

Piştre jî gotarvanên van partiyan dest bi gotarên xwe kirin, û ew konferans wê sibê jî berdewam bike.

Beşdarên konferansê; nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, nûnerên Sazî û Dezgehên Civakî yên Sivîl, şahidên nîştecî li wan herêmên ku şer tê de diqewime, akademîsyen, û ronakbîrên Kurdistanî ne.

Hêjayî basê ye ku yek ji wan kêşeyên bingehîn ku gellek caran, AKP dike hêcet bo guhnedana bi pirsa Kurd, ew e ku Kurdan yek daxwaziya rohn û zelan, û nivîskî li ser çareseriya pirsa Kurd tunînin.

Lewra ew partiyên Kurdistanî dixwazin aliyê kêm daxwazên xwe bikin daxwazeke rohn û zelal, û bi gotarekî hevbeş hewlê bidin bo sekinandina şer û destpêkirina piroseya aştî û çareseriyê.

Helbet Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, duh li Mêrdînê paketeke nû ji bo çareserkirina aloziyên li Bakura Kurdistanê aşkera kir. Medyaya Tirkiyê wê paketê wek “masterplana dewletê” ji bo Bakur dibînin.Lê partiyên kurdan li hemberî vê paketê nerazî ne û dibêjin, ji bo rawestandina şerê çekdarî hikûmet mecbur ku bi PKK’ê re rûnê, û ji bo çareseriyek mayînde jî divê hemû mafên kurdan ên neteweî bêne naskirin.