Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer li bajarê Mehabadê koça dawî kir

21:54 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Hacî Ebdulla Pîrotî kesayetiyê nîştimanperwer û xelkê bajarê Mehabadê malavayî ji jiyanê kir.

Roja Sêşem 13.11.1394’an Ebdulla Pîrotî Kesayetiyê nîştimanperwer û xelkê gundê Qereqişlawqa devera Şarwêran a Mehabadê, di temenê 80 salî de malavayî ji jiyanê kir.

Navbirî kesayetiyekî nîştimanperwer, binavûdeng û cihê baweriya xelkê dever û bajarê Mehabadê bû.

Hacî Ebdula Pîrotî di serdemê rejîma paşayetî de, çend caran bi tawana başdarî li bizava Kurd û endametiya PDKÎ kete ber êrîşan û kete girtîgehê, lê navbirî heya dawiya jiyana xwe bi rêbaza PDKÎ wefadar ma û alîgiriya xebata gelê Kurd bi rêbaza PDKÎ dikir.

PDKÎ sersaxiyê li malbata Hacî Ebdula Pîrotî, Kesayetiyê nîştimanperwer dike û xwe di xema wî de, bi xembar dizane.