Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hedad Adil: Dujmin dixwaze hilbijartinên Îranê endazyarî bikin

22:02 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Berdevkê Îtilafa binajoxwazan radigehîne ku dujmin dixwaze hilbijardinê Îranê endazyarî bike.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Xulamelî Hedad Adil” yê Şêvirmendê rêberê Komara Îslamî ku hevdem serokê firaksiyona binajoxwazan di Meclisa 9’ê de bû, roja Înê 16’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî, di civîna binajoxwazên Îsfehanê de ragehand ku dujmin dixwaze hilbijartinên Îranê Endazyarî bike û aloziyê di Îranê de çê bikin.

Xolamelî Hedad Adil herweha di beşek di a gotinên xwe de, parek ji lihevkirina danûstanên navikî ên di navbera Îran û 5+1 de hate vajûkirin, bi teslîmbûna Îranê da zanîn û ragehand ku eva rêya destêwerdanê di karûbarên Îranê de xweş kir.

Navbirî herweha got ku, nifûza çandî, siyasî û aborî di kemîna xelkê Îranê deye, lê nifûza siyasî ji rêya hilbijardinan, bo dujmin me ji hemû nifûzên din girîngtir e.

Hedad Adil dide zanîn ku, bona vê ku binajoxwaz derkevin meclisê, hewce ye aloziyan çê nekin û vê yekê bi başî bizanin ku, heke em hemû bi hev re bin, disan jî serkewtin di hilbijartinên dahatî de pir zehmet e.

Ji aliyekî din ve çaksazîxwazên Îranê, heyeta çavdêriya “Şêvra Nobedar” bi vê yekê tawanbar dike ku, kêrhatîbûna hejmarek zaf ji berbjêran bi vê meremê hatine redkirine ku, tu derfetek bona rikeberiyê nehêlin û di rastî de endaziyariya hilbijartinên dahatî bi qazana xwe encam dane.