Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9 endamên din ên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

22:06 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: 9 endamên din ên Spaha Pasdaran li Heleba Sûriyê de hatin kuştin, ku di nav wan de navê sê fermandarên gurdana Spaha Pasdaran berçav dikevin.

Nûçegihaniya Fars ya ser bi Spaha pasdaran a Rejîma Îranê belav kir ku Mihemed Qulîzade berpirsê nûneratiya Weliyê Feqîh li “Yigana Emniyetî” a Spaha parêzgeha Qumê, û “Secad Roşinayî”, fermandarê gurdana hêza 17’ê ya Elî îbnê Ebîtalib a Qumê, û herwisa “Elîekber Erebî” cihgirê navbirî û “Mihemed Siracî” ji wna kesan in ku di Sûriyê d ehatine kuştin.

Di vê derheqê de “IBNA” nûçegihaniya naskirî bi “Ehlê Beyt” navê 7 endamên spaha terorîstî a pasdaran belav kir ku di şerê Sûriyê d ehatin kuştin. Çend rojan berî niha jî sertîpê pasdar “Muhsin Qacariyan” fermandarê tîpa 21 ya zirêhî ya Îmam Reza a Nîşabûrê ku yek ji fermandarên Spaha Pasdaran bûye hatiye kuştin.

Di vê derheqê de Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê roja Înê bi fermî ragehand ku piştevaniya ji rejîma Beşar Esed dike, û destxweşî li hêzên Spaha Pasdaran kir ku li dijî dijberên Esed şer dikin.

Xamineyî herwisa di hevdîtina digel malbatên kuştiyên Spahê li Sûriyê de got ku hekî milîşên Şî’e li Sûriyê naskirî bi “Mudafi’anê Herem” li Sûriyê de şer nekiriban, diviya li Hemedan û Kirmaşanê digel van dijminan me şer kiriba”.

Li gora dawî serjimêriyan li destpêka beşdarîkirina rejîma Îranê li şerê Sûriyê de heya niha 700 endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin.