Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistana Si’ûdî biryar da ku hêza Bejahî bişîne Sûriyê

22:09 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Deftera Wezîrê Berevanî yê Erebistana Si’ûdî ragehand ku, Riyaz Amadeye di çarçoveya kowalisyona navnetewî a li dijî DAÎŞ’ê, û bona pişikdarî di emeliyatên curbicur li dijî terorîstan, hêza bejayî bişîne Sûriyê.

“Ehmed Esîrî” herweha eşkere dike ku, her di despêka êrîşên esmanî ên bi serperestiya Amerîkayê, em pişikdar bûn û me jî weke hevalbendên li dijî DAÎŞ’ê û ji rêya êrîşên Esman, ji terorîstan dixist, lê ji niha pêve emê hêza bejayî bişînin û liser axa Sûriyê şerê terorîstan bikin.

Piştî vê ku deshilata Erebistanê ev biryar da, “Caş Êrnêst” ê berdevkê Koşka Sipî ragehand ku, bertek û biryara Riyazê, bersivek erênî bû bi daxwaza “Eşton Kartêr” ê wezîrê Berevaniya Amerîkayê ku, daxwaz ji hevalbendên xwe kiribû ku, welatên din jî di kowalisyona navdewletî a li dijî DAÎŞ’ê pişikdar bin.

Eva jî bû sedem ku li Amerîka Barak Obama û Caş Êrnêst bên ser xet û her yek di cihê xwe de pêşwaziyê ji biryara Riyazê bona pişikdarî di şerî li dijî terorê li Sûriyê, bikirn,