Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birûcirdî: Hilbijartina me pêdvî bi çavedêriya navdewletî û bixasmanî Amerîkayê nine

20:40 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Ela’edîn Birûcirdî, berpirsê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve a Meclisa Şêvra Îslamî, got: “Hilbijartin di Îranê de pêdivî bi çavedêriya navdewletî nake”.

Li gor nûçeyan, sê nûnerên komarîxwaz ên Meclisa Nûnerên Amerîka, nemayek bo Elî Xamineyî, rêberê Komara Îslamî û Mihemed Elî Ce’ferî fermandeyê giştî yê Spaha Pasdarên Komara Îslamî nivîsandibûn, û ji wan xwestibûn ku bo wergirtina vîzayê hêsankariyê bo wan bikin ku bi gotina wan nûneran, armanc ji wê seredanê, çavedêrî bi ser Hilbijartina Meclisa Şêvra Îslamî û Meclisa Xobrigan a rêberî ye, ku di meha Reşemê de wê bi rê ve here.

Her di vî warî de, roja Şeme 17.11.1394’an Birûcirdî tevî rexnegirtinên xurt ji daxwaza nûnerên Amerîkayê, got: “Hilbijartin di Îranê de tu pêdvî bi çavedêriya navdewletî nakek, û me baştirîn demokrasî di deverê de heye, û Hilbijartina me wek yasayên navnetewî û rohn û saxlem bi rê ve diçin, û Amerîkayê mafê vê yekê nine daxwaziyên ne di cihê xwe de bike”.

Ela’edîn Birûcirdî, berpirsê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve a Meclisa Şêvra Îslamî di demekê de basa birêveçûna Hilbijartinê di Îranê de, û birêvebirina wan li gora yasayên navnetewî û Hilbijartina rohn û saxlem di Îranê de dike ku xincî nawendên navnetewî, hejmarek ji berpirsên pilebilind ên komara Îslamî jî li ser baweriya han nînin.

Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê, û bixasmanî Ekber Haşimî Refsencanî, berpirsê Civata diyarîkirina qazanc û berjewendiyên nizamê, ji wan kesan in ku li ser redkirina kêrhatiya berbijêrên hilbijartina bê, nerazîbûna xwe nîşan dane.