Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 7 milyon kes di Tehranê de bêkar in

20:55 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Nûtirîn amarên Hikûmeta Îranê nîşan didin ku di koma heşîmeta 10 milyon û 900 hezar kesî di Tehranê de, tenê 3ê milyon û 600 hezar kes kar dikin, û 6 milyon û 900 hezar kesê din jî bê Kar in.

Wezareta Kar a rejîma Îslamî a Îranê, di raporeke taybet bi rewşa kar di Îranê de, bas ji 7 milyon kesê bêkar di bajarekî herî mezin yê Îranê kiriye, eva jî di halekî de ye ku tenê 3 milyon û 600 hezar kes di paytextê Îranê de xwediyê Kar in.

Her di vê raporê de hatiye; Rêjeya bêkariyê di paytextê Îranê de li havîn a sala 2014’an de, %5.1 bûye, lêbelê ev rêjeya di havîna sala 2015’an de giheştiye %13.2, û %9.2 bêkar di welat de ne, û rêjeya bê ariya jinên nîştecî di Tehranê de, 2 qata zêdeyî rêjeya giştî a welat e.

Di beşeke din a rapora Wezareta Kar de hatiye, di bajarî de kesên ku xweyê Kar in her heftiyê nêzî 49 demjimêran kar dikin, û eva jî nîşana jiyana dijvar û neçarbûna xelkê niştecî ye, ji bo dabînkirina dahahta jiyana xwe li dû Kar in.

Amareke balkêş a din, eva ye ku di raporê de îşare pê hatiye kirin eva ye ku di bajarê Tehranê de, 1 milyon û 500 hezar kesên xwendewar hene, ku çalak nînin, lê heşîmeta xwendewarên bêkar di Îranê de 5 milyon û 813 hezar kes in.