Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar endamên din ên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

21:04 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmedia: 4 endamên din ên Spaha Pasdarand Sûriyê de hatin kuştin, ku di nav wan de navê fermandarekî spahê bi navê Setar Ureng naskirî bi Serdar Îslam berçav dikeve.

Nûçegihaniya Fars ya ser bi Spaha pasdaran a Rejîma Îranê belav kir ku fermandarekî spahê bi navê Setar Ureng naskirî bi Serdar Îslam, û sê pasdarên din bi navên Ehmed Rezayî xelkê Nîşabûrê, Mehdî Mihemedî xelkê Meşhedê, û Mehmûd Haşimî li Sûriyê de hatin kuştin.

Roja borî jî nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê belav kirin ku li Heleba Sûriyê de, 9 endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin, ku di nav wan de navê sê fermandarên gurdana Spaha Pasdaran berçav dikevtin.

Li gora dawî serjimêriyan li destpêka beşdarîkirina rejîma Îranê li şerê Sûriyê de heya niha zîdetir ji 700 endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin.