Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyeke Kurd ê ser bi Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê hate kuştin

21:07 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyek Kurd (Caş) ê ser bi Komara îslamî ya Îranê, li bajarê “Heleb” a Sûriyê bi destên opozisyonê hate kuştin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, di heyama çend rojên derbazbûyî de, caşekî ser bi Komara Îslamî ya Îranê bi navê “Îsma’îl Mam Ebdullah” naskirî bi “Îsma’îlî Mihemmed Şîne” xelkê “Nobar” a ser bi bajarê Bokanê, di şer û pevçûnên Sûriyê de hate kuştin.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di hewlên xwe ên vê dawiyê de û bona parastina rejîma beşar Esed, caş û kirêgirtiyên Kurd dişîne Sûriyê.

Her di vê derheqê de li bajarên Mihabat û Pîranşarê gellek caş û kirêgirtî bo Sûriyê hatine şandin û hatiye ragehandin ku, hekî kesek biryarê binpê bike û neçe bo şerê Sûriyê, gerek dest ji karê xwe berde û êdî nikare Pasdar bimîne.