Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mihemed Salih Qadirî berpirsê beşa Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî kir.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 17.11.1394, Heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Nawendî û berpirsê beşa Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, bi boneya 22.emîn salvegera avakirina Yekgirtûya Îslamî serdana Yekgirtûya Îslamî kir, û ji aliyê Mihemed Ferec Emîndarê Giştî ê Yekgirtûya Îslamî û serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê hevdîtinê de PDKÎ peyama pîrozbahiya rêberatiya PDKÎ bi Yekgirtûya Îslamî ragehand û hêvî xwast ku Yekgirtûya Îslamî di pêxema vegeşandina ruha tebahiyê û ragirtina hevsengiya di navbera aliyên siyasî de, li gora helwestên neteweyî tev bigerin.