Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarat: Siyaseta me ne eve ku Îranî li Sûriyê bên kuştin

21:11 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmdia: Fermandarê Spaha Pasdaran “Mihemedelî Ce’iferî” di rêûresma wan 6 pasdarên Îranî de ku li Sûriyê hatine kuştin ragehand ku, şandina hêza leşkirî ya Îranê bo Sûriyê, ne siyaseta Komara Îslamî ye.

Li gora nûçegihaniyan Ce’iferî roja 17’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî ragehand ku, “şehîdên parêzer ên heremê”, li ser pêdagirî û berxwedana xwe diçin Sûriyê û xwe digihînin hereman.

Fermandarê Spahê di demekî de ev gotin kirin ku, di çend heyvên derbazbûyî û piştî zêdebûna êrîşên artêşa Sûriyê bo ser dijberên xwe, amara kuştiyên Îranê gellek ber bi zêdebûnê ve çû ye û Komara Îslamî jî tevahiya kuştiyên xwe bi “Şehîdên Parêzer ê Heremê” dide zanîn.

Eva di demekî de ye ku Komara Îslamî di destpêka şerê di Sûriyê de digot ku hebûna me di Sûriyê de tenê hebûna şêvirmendî ye, û tu hêzeke çekdar ê ser bi Komara Îslamî di Sûriyê de nine, lê gellek ji Îraniyên ku di Sûriyê de hatine kuştin, endamê payebilind ên Spaha pasdaran bûne û eva jî vê yekê diselimîne ku Komara Îslamî bi hêzeke çekdar û şerker di Sûriyê de tev digere û şerê opozisyonê dike.

Mihemedelî Ce’iferî di beşek din a gotinên xwe de ragehand ku, hinek kesên sade û çinezan liser vê baweriyê ne ku, şer û pevçûn di hundir Sûriyê de ye, û hewce nake ku em herin û pişikdar bin, lê gereke ev kes baş bizanin ku hekî berxwedan li Sûriyê sikestê bixwe, wê şer bigîje sînorên Komara Îslamî.