Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnimêjê Suniyan li Zahidanê di bin çavdêriya hêzên Îtila’ata rejîma Îranê de bû

19:39 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Nivîsîngehên herî girîng yên Dar El-ilûm û mizgevta Mekî ya Zahidanê bi taybetî deftera Mewlana Ebdulhemîd Îsma’îl Zihî sê sal bû ku di bin çavdêriya Îtila’atê d ebû.

Li gora nûçegihnaiya “HRANA” di dema destkarîkirina nivîsîngeha Mewlana Ebdulhemîd Îsma’îl Zihî pêşnimêjê mizgevta Suniyan li Zahidanê de dezgehên Şinûdê (guhdarîkirinê) hatibûn danîn.

Piştre di nivîsîngehên din ên hewzeya Îlmiye ya Dar El-ilûmê de ew dezgehên guhdarîkirinê hatin dîtin.

Çend çavkaniyên agehdar ragehandin ku ew dezgehên guhdarîkirinê di nav pirîzên elektirkê de hatibûn danîn, û bi geçê jî hatibûn peçavtin.

Piştî eşkerebûna vê pilanê, Mewlana Ebdulhemîd dijkiryarekî tund ji xwe nîşan da, û gilî û gazindeya xwe gihande Wezareta Navxwe ya welat, û berpirsyarên Spaha Pasdaran.

Her çend di salên borî de jî berdewam bawermendên Sunî li jêr zexta dezgehên Îtila’atê de bûne, lê îsal ew zext û givaşa li ser wan zêdetir bûye, û melayên Sunî li ser kar têne derkirin û di cihên wan de kesên wisa têne danîn ku ji bo Îtila’atê kar bikin.

Mînaka herî dawî jî derkirina li sr kar ya aliyê kêm 9 mamostayên olî ên Kurd, li ser biryara îdareya giştî a Îtilaa’ta parêzgeha Urmiyê bû.