Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmedînijad: Binajoxwaz di hilbijartinên meclisê de wê şikeseteke giran bixwen

19:42 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedai: Ehmedînijad serkomarê pêşîn yê Komara Îslamiya Îranê pêşbînî kiriye ku vê carê di hilbijartina Meclisa Şêvra Îslmaiya Îranê de, binajoxwaz (usulgera) wê şikesteke giran bixwen.


Li gora nûçegihaniyan, Navbirî gotiye ku: “Hinek kes li jêr navê “Usulgera” li hev civiyane, û xwe re pişka xwe diyarî dikin, û hêviyê ne ku xelk jî dengê xwe bidin wan, lê ji vê rîzbenda wan ya 30 kesî zêdetir ji 7-8 kesan nikarin herin meclisê.
Li gora gotina Ehmedînijad her çend ku reformxwaz û gellek ji rikeberên sereke ên Usulgerayan kêrhatîbûna wan (selahiyeta wan) hatiye ret kirin jî, lê ew reformxwazên lawaz û pile sê jî, wê bikarin usulgerayan şikest bidin.
Serkomarê berê ê Îran Ehmedînijad (Dr. Ehmedînijad!) pêşbînî kir: “Di nav hevalbendiya Usulgerayan de kesayetiyên karîzmatîk xûya nakin, û hinek ji berbijêrên “usulgerayan”, berê xwe ceribandine, û div ê ceribandinê de (îmtihanê , taqîkiirnê de) sernekvtine.

Li gora zanyariyan piştî çend hefteyan civîn û behs û gengeşeyên têr û têjî, “usulgerayan” rîzbendeke 30 kesî bona beşdariya di hilbijartina meclisa Şêvra Îslamî de amade kirin, lê ji bilî vê ku Ehmedînijad nevexwendibûn bo vê hevalbendiyê, Elî Larîcanî jî amade nebibû ku tevlî vê hevalbendiya nû bibe.