Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî ji hatina hêza Erebistanê bo Sûriyê ditirse

20:10 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Fermandarên Sipaha Pasdarên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê, ji destêwerdanên leşkirî ên Erebistana Si’ûdî di Sûriyê de, nîgeran in û ditirsin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, piştî vê ku hikûmetên Erebistana Si’ûdî û Îmarat û Behrêynê biryara şandina hêza leşkirî bo ser axa Sûriyê dan, fermandarên Sipaha Pasdarên rejma Komara Îslamî nîgeraniya xwe nîşan dan û axaftinên curbicur kirin.

Her di vê derheqê de “Mihemedelî Ce’iferî” fermandarê Sipaha Pasdaran ragehand ku, Sipaha Pasdaran naxwaze ku hêza zêdetir bişîne Sûriyê.
Herweha Husên Selamî yê cîgirê fermandarê Sipaha Pasdaran jî ragehand ku, em bi vî karî nîgeran in û eva jî tevdanîkariyek wêrankere di cîhana Îslamê de.

Her di vê derbarê de jî “Fehed Şeqîran” nivîskar û şirovekarê Erebî ragehand ku, Erebistana Si’ûdî bona destêwerdanên leşkirî di Sûriyê de, bi xundineweyek rast û ligorî yasayên navnetewî pêngavê di avêje.

Şeqîran herweha zêde kir ku, tirsa Îranê ji destêwerdanên Erebistanê, pêkhatina hêzeke leşkirî a xwedî bandor li herêmê ye ku, dibe sedema bihêzbûna dijberên Esed û di encam de liserka derxistina wî.

Beşek din ji nîgeraniyên Komara Îslamî bo ser vê yekê vedigere ku, eva heyamek e ku roj bi roj hejmara kuştiyên Komara Îslamî di şerê Sûriyê de zêde dibe.

Şarezayên karûbarên Îranê liser vê baweriyê ne ku gotinên “Ce’ferî” û îşareya wî bi hndek mijarên veşartî, vê yekê diselimîne ku karbidestên Komara Îslamî ji destêwerdanên Erebistanê di Sûriyê de nerazî ne.