Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ceşekî din yên Îranê di şerê Sûriyê de hate kuştin

21:22 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Ceşekî din ser bi rejîma Îslamî a Îranê, di Şerê Sûriyê de, li bajarê Helebê hate kuştin.

Li gor raporên belavbûyî, di heyema çend rojên derbazbûyî de, Ceşekî ser bi rejîma Îranê bi navê “Secad Hebîbî” xelkê “Gendaver” a Kirmaşanê, di şer û pevçûnên hemberî opozisyona Sûriyê hate kuştin.

Navbirî 8.mîn Ceşê ser bi rejîma Îslamî a Îranê ye ku di Sûriyê de tê kuştin.

Pêştir jî 7 ceşê xelkê bajarê Kiramşanê bi navên “Mehdî Nûrozî, Se’îd Qarliqî, Ebûzer Emcediyan, Ekber Melekşahî, Riza Ebasî, Sadiq Yarî û Setar Ebasî di Sûriyê de hatibûn kuştin.

Herwisa caşekî ser bi rejîma Îranê bi navê “Îsma’îl Şuca’î” xelkê “Nubar” a Bokanê, di şer û pevçûnên hember opozisyona Sûriyê hatibû kuştin.

Piştgêrîkirina rejîma Îranê ji Beşar Esed bi hemû awayekî dom heye, û her di vê derbarê de jî , rejîma Îranê xeyrî vê ku hêzên leşkerî yên xwe dişîne, caş yan jî kirêgirtiyên xwe jî ji bo şerê Sûriyê dişîne.

Niha ku bajarê Helebê bûye goristana endamên Spaha terorîstî a pasdaran a rejîma Îranê, ew yek bûye sebeb ku Xaminey helwêstekî tund ji xwe nîşan bide.