Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 2’ê Rêbendanê li Amerîkayê bi rê ve çû

21:14 - 9 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Rêûresma 2’ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê ji aliyê Komîteya PDKÎ di wî welatî de bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 17’ê Rêbendana 1394’an (06.02.2016) Komîteya PDKÎ li Amerîkayê rêûresmek bi boneya 70.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi rê ve bir.

Destpêkê ew rêûresm bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Di vê rêûresmê de peyama Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ji aliyê Cemal Ebdullah zade berpirsê komîteya PDKÎ li Amerîkayê ve hate xwendin.

Piştre peyama hevbeş ya Yekîtiya Jinan, Lawa, Xwendekaran ji aliyê Mehbûbe Husênî berpirsa Yekîtiya Jinan li Amerîkayê ve hate xwendin.

Di vê rêûresmê de heyeteke PDK bi serokatiya Hêmin Hewramî endamê rêberî û berpirsê Pêwendiyên derve ên PDK bi armanca pîrozbahîkirinê div ê rêûresmê de beşdarîkirin.

Piştre Osman Palanîhelbestek bi vê boneyê ve pêşkêş kir.

Herwisa çendîn peyam û biruskeyên pîrozbahiyê bo vê rêşresmê hatibûn şandin ku ew bûn:
-Peyama pîrozbahiyê ya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê
-Peyama pîrozbahiyê ya pêwendiyên Îranî û Kudistanî ên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Amerîka
-Peyama pîrozbahiyê ya Kongireya Neteweyên Îrana Federal liqa Amerîka

Dawiya vê rêûresmê bi govend û dîlana Kurdî bi dawî hat.