Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 2’ê Rêbendanê li Fenlandê bi rê ve çû

21:15 - 9 Şibat 2016

Kurdistanmedia: 70.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanêli Fenlandê de hate pîrozkirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdsitanmedia, komîteya PDKÎ-Fenland, roja 6’ê Şibatê cejna 2’ê Rêbendanê li bajarê ”Tampre” bi beşdariya xelkekî berçav ji Kurdên akinciyê vî welatî bi rê ve bir.

Destpêkê ew rêûresm bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Piştre peyama Komîteya PDKÎ ji aliyê Elî Muradî berpirsê komîteya PDKÎ li Fenlandê hate pêşkêşkirin.

Di navbireke vê rêûresmê de civîneke hevpar di navbera nûnerên hêzên siyasî ên beşdar di rêûresmê de bi rê ve çû.

Di vê derheqê dehejmarek ji partî û aliyên siyasî peyamên xwe ên pîrozbahiyê pêşkêş kirin.

Piştre jî helbestek ji aliyê Fazul Sultanpenah ve bi boneya 2’ê Rêbendanê hate xwendin.

Dawiya vê rêûresmê bi govend û dîlana Kurdî bi dawî hat.