Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina Komîteya alîkar a Partiyên Kurdistanê di Holendê de

20:53 - 13 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Komîteya alîkar ya Partiyên Kurdistanê li welatê Hulendê de hate lidarxistin.

Li gor raporên ku gihane malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 6’ê Sibata 2016’an, duyemîn civîna Partiyên Kurdistanê li bajarê “Dînhax” a welatê Hulendê bi xwanexêya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Di beşa yekem ya civînê de Hesen Mecîdî wekî birêveberê civînê basek li ser çawaniya pêkanîna komîteya hevkarî li salên borî de û herwisa girîngiya destpêkirin û pêdeçûna bi ser pêrewa hundir a navweyî ya komîteya hevkarî kir, û cardin li jêr alaya Kurdistanê de bi dengê giştî komîteya hevkariya hêzên Kurdistanî hate pêkanîn.

Di beşa duyem de, bi hilbijartina lêjneyeke demkî ku ji PDKÎ û Partiya Şiyû’î û PDK-Sûriye pêk hatibû, bas ji erk û karên Komîteya hevkariyê hate kirin.