Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna 2\'ê Rêbendanê Di Almanyayê de bi rê ve çû

22:40 - 15 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Rêûresma 2\'ê Rêbendanê di Almanyayê bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja 14’êŞibatê bi beşdariya Hesen Şerefî Rêûresma 2\'ê Rêbendanê di Almanyayê de bi rê ve çû.

Destpêkê ew merasim bi xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengê bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel dest pê kir.

Piştre Hesen Şerefî bi vê boneyê gotarek pêşkêş kir. Navbirî di vê gotara xwe de, di beşekê de bas ji sembol û û behayên neteweyî wekî ala û sirûda neteweyî ya Eey Reqîb û navê Pêşmerge wek deskevtên Komara Kurdistanê kir, û got:“Ew tiştên ku em wekî sembolên neteweyî ên Kurdan şanaziyê pê dikin, bo mînak ew alaya ku îro rojê di çeperên berxwedana pêşmerge û qehremanî û xwîndana xortên Kurd di çeperan de pêlan dide, di vê komarê de serî hildaye, û îro rojê raserî Kurdistanê hekî nebêjim li hemû Kurdistanê, li beşeke zêde ya Kurdistanê de wekî alayeke neteweyî a Kurd hatiye pênasekirin, û di vê beşê de jî ku me kiyaneke Kurdî heye, li Başûr di parlementoyê de bi awayekî fermî hatiye pejirandin.

Piştre peyama hevbeş ya Yekîtiya lawan, Xwendekaran û Jinan ji aliyê Kejal Neqşbendî ve hate xwendin.

Di beşeke din ya rêûresmê de lewha rêzgirtinê ji aliyê Hesen Şerefî û endamên komîteya Almanyayê a PDKÎ ve bi têkoşerên kevnar ên PDKÎ Ebdullah Îzetpûr, Ebdulreza Kerîmî, Sedîq Babayî, Mihemed Emîn Rostemî, Dewleta Rostemî, û Re’na Qurabanî hate dayîn. Ew rêûresm di nav govend û dîlanê de bi dawî hat.

13717.jpg

13718.jpg