Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesata Neteweyî

19:58 - 18 Şibat 2016

Kerîm Perwîzî

Du sal û nîv berî niha di havîna sala 1392 (2013)’an, hewlên aliyên siyasî çirtir bibû, ji bo lidarxistina Kongireya Neteweyî, û çendîn civînên berfireh ên hêzên siyasî hatin lidarxistin, û serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi başî serperestiya van civînan dikir, û sekretariyeta kongireyê hate avakirin, û lêjne pêk hatin, û hatin çalakkirin, ku kongireyeke neteweyî bê lidarxistin, lê ew hemû hewlên wan serkevtî nebûn, û bi taybetî hejmonîxwaziya hinek aliyan, lidarxistina civîna bilind ji bo diyarîkirina stratejiya neteweyî! Paş xist.

Niha û piştî êrîşa DAÎŞ’ê li ser Kurdan û xaka Kurdistanê, û guherînên zêde di herêmê û êrîşa hemû aliyane ya çendîn kirîzên siyasî li ser Kurdan di hemû beşên Kurdistanê de, li gora lojîka siyasî û berjewendiya neteweyî, dibe hewlên zêdetir û micidtir ji bo lidarxistina “kongireya neteweyî” hebe, û Kurd wekî neteweyeke yek helwest, lê bi zorî parvekirî di kirîzan de xwe nîşan bide, û berbirûyê metirsiyan bibe, lê ya ku di vê navberê de ne diyar e, lojîka siyasî û neteweyî ye.

Hemû neteweyên cîhanê di dema gefên tund û metirsîdar de, yekdeng dibin, û kêşeyên navxweyî û cudahiyên selîqeyî û berjewendiyên kurtheyam ên xwe dadinên aliyekî, û yekhelwest û wekî neteweyekî xwedî bawer, li dijî arîşeyên mezin disekinin, û bi ser de zal dibin, lê mixabin di nav neteweya Kurd de, bi taybetî ku bi ser çend welatan de hatiye parvekirin, di vê demê de ku dijminên reng bi reng gefan li hebûna vê neteweyê dixwen, ne tenê neteweya Kurd yekdest û yek helwest nebûye, belkû ji hev belav û şepirze bûye.

Wisa lê hatiye ku cuda ji vê ku em nikarin çavnihêrê yek helwestiya neteweyî nebin, em nikarin çavnihêrê piştevaniya girûp û beşên cuda cuda jî bibin, ji vê xirabtir jî em gihane rewşekê ku em hêvî dikin, berî dijminên neteweya me, beşeke Kurdan derbê li aliyekî din nedin! Û aliyekî siyasî pêş nekeve, û berî dijminan ew nebe gefek li ser aliyekî din! Birayekî me nebe mertal bo dijminan, û birayekî din ên me, me pal nede bo nav dolekê de.

Mînaka van helwestên “na neteweyî” ku di van rojan de me dîtin, vekirina dezgeha “Rewşenbîriya Xomênî” li Kerkûkê bû ku parêzgarê Kerkûkê ku bi xwe serdemekê di rêkxiraweke bi navê “kongireya neteweyî” de kar dikir! Ew dezgeh vekir.

Eva ku destepeyva “rewşenbîrî” û diyardeya kirêt ya “Xomêynî” heya çi qasî digel hevdu neteba ne, û li dijî hev in, kes haşayê lê nake, û hekî gumanek li vê derheqê de hebe, dibe pirs li rêzdar parêzgarê Kerkûkê bê kirin, da ku şik û gumanan verevîne. Ji vê yekê karesatbartir ew e ku Xomêynî hekî ji bo Fars û Îraniyan rewşenbîr be, û sembola rewşenbîriyê be, (ku wisa nîne û hemû xelkê Îranê wî wekî paremayî dihesibînin) lê ji bo Kurd û aliyê kêm ji bo Kurdistana Rojhilat hovekî tawanbar bûye, ku biryara cîhadê li dijî Kurd derkiriye, û bi hezaran xortên Kurd bi biryara Xomênî hatine kuştin û dehan hezar kes jî birîndar û zindanî û bêser û şûn bûne, û bi dehan hezar kesî jî li bin êrîşa Spaha hov ya Xomênî de ji bo welatên din aware bûne. Her bi biryara xomênî zêdetir ji mehekê bajarê Sinê hate topbarankirin, û her bi biryara Xomênî Spaha Pasdaran û arteş û besîc û caş û kirêgirtiyan êrîşî ser gund û bajarên Kurdistanê kirin û ya ku ji dest wan hat, derheq Kurdan encam dan.

Hekî tu li her dereke cîhanê bigerî, tu yek kesê Cihû jî nabînî ku pesna Hîtler bike, Di cîhanê de girûp û rêkxiraw û saziyên Cihû hene ku îdeolojiya sehyonîzmê qebûl nînin hene, ku sosyalîst in, hene ku liberal in, hene ku mezhebiyê tundrev in, yan jî ne mesebî ne, lê tu nikarî yek kesê Cihû bibînî ku bêje Hîtler “rewşenbîr e”! ne wekî tak û ne jî wekî rêkxiatin tu bizavek nîne ku piştgiriya Hîtler û Nazîsmê bike, û hewla dapoşîna tawanên wan bide. Lewra Cihû wekî neteweyekê ku dikarin berbirûyê kirîzan bibin û Kurd jî wekî neteweyekê hatiye naskirin ku di dema kirîzan de zêdetir ji hev bela dibin.

Hewla dapoşîna tawan û cînayetên Xomênî û Komara Îslamiya Îranê, ne tenê di rastaya berjewendsiya neteweyî de nîne, û bi tu lojîkeke siyasî û neteweyî nahê peçavtin, belku rast nîşana karesata neteweyî ye.

Piştî du sal û nîv ji hewlên bo girtina kongireya neteweyî! niha em gihane xala afirandina karesata neteweyî ew jî bi detsên xwe.