Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a dayîka şehîdek û pêşmergeyek PDK Îranê li devera Urmiyê

22:32 - 7 Tebax 2012

Kurdistanemdia: Dayîka şehîdek riya rizgariyê û pêşmergeyek PDK Îranê li devera Urmiyê seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 6’ê Tebaxa 2012’an, dayke “Seyran Xelîlî” dayîka şehîd “Efendî Xubayî” û “Fethulla Xubayî” pêşmergeyê PDK Îranê seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.
Şehîd “Efendî Xubayî” li sala 1983’an piştî îşkenceyek zêde, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li girtîgeha bajarê Urmiyê hat lisêdaredan.
Herweha zewayek dayke “Seyran”ê binavê “Şoqê Abidînî” pêşmergeyê PDK Îranê bû û li sala 1984’an di şerek nehember de ji aliyê hêzên rejhêmê ve hat şehîdkirin.
Niha jî kurê dayke “Seyranê” bi navê “Fethulla Xubayî” pêşmergeyê PDK Îranê ye û seba şoreşgêrbûna malbata wan, çendîn car mala wan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye şewitandin.
Dayke “Seyran”ê hertim bi nîştiman û partîheziya xort û zawayê xwe şanazî dikir.
Termê dayke “Seyran”ê li gundê “Beresipyan” di nava xulyaqeta xelkê de hat veşartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kes û karên dayke “Seyran”ê û xwe di xem û kedera wan de beşdar dizane.
Riha wê şad
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê