Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya bidarvekirin û binçavkirinê bi ser du girtiyên Belûç de hate sepandin

21:15 - 22 Şibat 2016

Kurdistanmedia: 2 girtiyên Belûç ku di dema birêveçûna meşa nerazîbûnê li hemberî binçavkirina “Mewlewî Fethî Mihemmed Neqşbendî” û kurê wî “Hafiz Ebdulxefar Neqşbendî” de hatibûn binçavkirin, bi cezaya bidarvekirin û 5 sal hepsê hatin mehkûmkirin.

Kempêyna çalakên Belûç ragehand ku, “Cabir Sebûrî” kurê Xulamqadir ku di temenê 30 saliyê de ye, bi tometa “Hewildan bona têkdana ewlehiya netewî” û herweha “Tûjkirina xelkê û xapandina bîrûraya giştî” bi cezaya Îdamê hatiye mehkûmkirin, û herweha “Selahedîn Bolîdê’î” yê 25 salî bi cezaya 7 sal hepsê hate mehkûmkirin.

Herweha hate ragehandin ku, cezaya bidarvekirina 10 girtiyên din di girtîgeha Zahidanê de, ku di heyva Gulana Îsal de bi tometa madeyên hişber hatibûn cezadan, di dadgeha pêdeçûnê de cezaya wan careke din hate pejirandin û ragehandin ku ev 10 kes wê bêne bidarvekirin.

Kempêyna çalakên Belûç navên wan 10 kesan bi vî awayî eşkere kirin:
Mihemedemîn Omer Zêhî naskirî bi Cema
Yûsif Gongo Zêhî
Xolamresûl Mezar Zêhî
Rêza Narûyî
Enûşîrwan Omer Zêhî
Nasir Omer Zêhî Hosên Dadwer
Abduulah Selah Zêhî
Morad Bexş Belûçî
Nebî Mezar Zêhî

Hate ragehandin ku ev 10 kes di demekî de bi cezaya bidarvekirinê hatine mehkûmkirin ku, tu madeyek hişber di destê wan de nehatiye girtin û di dadgehê de cezadana xwe bi rne rewa dane zanîn.