Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baykot, an jî beşdarîkirina di hilbijartinê de

13:24 - 25 Şibat 2016

N: Mihemedsalih Qadirî

Her wekî ku em dizanin, serbarê vê kirîza siyasî, civakî, û aborî ku heye, rejîma Îranê dixwaze ku bi bazargermiya hilbijartina endazyarîkirî (pilan jê re darêtî) ya xwe, wisa nîşanî cîhanê bide, ku serbarê hemû kirîzan, xelkê Îranê amade ye ku piştgiriya wê bike.

Bi taybetî hewlên Xamineyî û darûdesteyên wî di Spaha Pasdaran û Îtila’atê de, ew in ku piraniya meclisê, vê carê jî bi dest bixin, da ku bikarin ji kirîzên cur bi cur xwe rizgar bikin, û dirêjiyê bidin deshilata bêdawî ya biyom a xwe.

Lewra em dibînin ku Îtila’ata rejîma Îranê û Spaha Pasdaran û çiqên wê, bi awayekî pilandarêtî li her bajar û navçe û di navbera pêkhateyên cur bi cur de, bi awayekî endazyariya hilbijartinê kirine, ku bi avakirina jîngeheke pirr ji tirs û tevdanîkarî û dana sozên derevîn zêdetirîn hejmara xelkê beşdarî hilbijartinê bin. Rejîm bona vê ku bigihîje armancên xwe yên qirêj û gemar, ji siyaseta pêkanîna fitne û netebahiyê, di navbera pêkhateyên cur bi cur de, û çêkirina pêşbaziyeke germ û gurr, di navbera wan de, û ji çandina tovê kerb û kîn, û dijminatiyê mifahê werdigre.

Ji aliyekî din ve rejîmê, parzînga (fîltera, bêjinga) Şêvra Nobedar û yasaya bingehîn bi kar aniye, û hemû ew kesên ku bi awayekî guman li ser wan hebûye, yan girêdayî deshilatê nînin, û nêzî xelkê ne, kêrhatîbûna (selahiyeta) wan hatiye retkirin.

Di rewşeke bi vî rengî de ku jîngeh demokratîk nine, û partiyên siyasî nikarin rikeberiyê bi hev re bikin, û medyayên azad tunînin, û sansora Şêvra Nobedar li ser wan heye, xelk nikare bi awayekî azadane xwe berbijêr (kandîd) bike, yan jî mafê dengdanê hebe, lewra jî gellek eşkere ye ku ew hilbijartin dûr e ji pênaseya hilbijartineke tendurust û bi tu awayekî nikare nûneratiya xwest û îradeya xelkê bike, lewra alîgiriya rasterast yan nerasterast ya kes, yan jî aliyekî di beşdarîkirina wê bi nav hilbijartinê de, ku ji aliyê dem û dezgeên serkutkar ên rejîmê ve pilanrêjî jê re hatiye kirin, bandoreke nigatîv li ser lawazkirina hesta neteweyî dadinê, û xwestekên siyasî ên xelkê li dijî rejîmê lawaz dike, û dikare rê ji kesên derfetperest (oportonîst) re xweş bike ku bi dana sozên derev û çewtekariyan, daxwazên siyasî ên xelkê di hemberî rejîma Îranê de bînin asta herî xwar, û bibin hevpar û şirîkê rewayîdana bi deshilata reş û biyom, û serkutkariyên rejîmekê, ku eva 37 sal e bi kindirê sêdarê, jiyan ji xelkê Îran û Kurdistanê re kiriye rojreşî û bêçareyî û dojeh.

Bi vî rengî dema ku em dibînin, ne di felsefeya Wilayeta Feqîh de, û ne jî di yasaya bingehîn de, û ne jî di stratejiya dirêjheyam a Komara Îslamî de, tu cihek ji bo mafê Kurd û neteweyên din nine, û li dijî hemû bingehên demokrasiyê ye, her cure dilxweşkirinek bi vê rejîmê, rast xwe xapandin e, û di xizmeta lawazkirina xweragiriya siyasî ya xelkê Kurdistanê di hemberî rejîmê de ye.

Ku wisa bû, hemû berbijêrên Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê, bi her bingeheke hizrî ve ku hebin, di hemberî fetwaya Wilayeta Feqîh de, nikarin tu guhertinekê encam bidin, jiber ku berî hilbijartinê yek merc ew e ku baweriya berbijêran bi bi esla Wilayeta Feqîh û yasaya bingehîn hebe.

Di rewşeke wisa de, cihê heyrîmanê ye, ku hinek ji bi nav rewşenbîr yan aliyê siyasî bi her armancekê û pêşîneke hizrî ve ku hebin, xweşbînane xelkê bo beşdariya di hilbijartinê de tûj dikin.

Lewra pêwîst e, ku xelkê hişyar ê Kurdistanê vê rastiyê qebûl bikin, ku pergala siyasî di Îranê de tevlîhev e, û yên ku xelkê hay didin ku di hilbijartinê de beşdariyê bikin, di asta xwarê, yan jî li gora piraktîka siyasî li mijarê dinihêrin. Lewra ezmûna Komara Îslamiya Îranê dibêje me ku ew pergal rêgir e ji pêkhatina rewşeke demokratîk, û di vê hilbijartinê de bi awayekî zeq û berçav dixûye ku bazineya vê sîstemê çiqas daxistî ye, di hemberî xelkê û ekterên nav vê sîstemê de. Lewra em dikarin bêjin ku reh û koka kêşe û arîşeyê, di sîstemê bixwe de ye, û xwe mijûlkirina bi biyavên din, tê wateya derketin ji mijara sereke, û ew yek dikare di dawiyê de, di berjewendiya seqamgîrî û bihêzbûna siyasî a Komara Îslamî de be.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine