Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê di kongireya cîhanî ya IUSY de beşdarî kir

16:08 - 26 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Nûnerê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê di kongireya cîhanî ya Înternasyonala Sosyalîst a Lawan de beşdarî kir.

Li gora nûçeya gihîştî bi mapera Kurdistamedia, roja Pêncşemiyê 06’ê Reşemeya sala 1394’an, kongireya cîhanî ya înternasyonala sosyalîst a Ciwanan bi beşdariya nûnerê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê dest bi karên xwe kir.

Bernamerêjiya yekem bi amadebûna nûnerên rêkxirawên nêzî 70 welatên cîhanê li asta cîhanê de li Albaniyê d ebi rê ve çû.

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ku endamê fermî ê komîteya medîterane ya IUSY e, bi beşdariya endamên vê komîteyê û mêhvanên amadebûyî div ê navçeyê de, li ser bernameya karê vê beşê civiya û her yek ji aliyan bas ji herêm û welatê xwe kirin.

Di derveyî karê roja yekem ya vê kongireyê de, nûnerê Yekîtiya Lawan, digel rêkxirawa Lawên Tevgera Sosyalîst a Albanî, û npnerê rêkxirawa Olaf Palme û Rêkxirawa Lawên Sosyalîst ê Arjantînê hevdîtin pêk anîn.

Di vê hevdîtinê de nûnerê Yekîtiya Lawan, bas ji pirsa Kurd û rewşa Lawên Kurdistanê bi taybetî lawên Rojhilat û nasandina Rêkxirawa Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê kir. Yekîtiya Lawên Demokrat ê Kurdistana Îranê tenê rêkxirawa endamê fermî di Rojhilata Kurdistanê de ye, ku div ê kongireyê de nûnertiya ciwanên Rojhilat dike.

Li Kurdistana Başûr RêkxirawaLawên Kurdistanê û li Kurdistana Bakur de jî “Ciwanên HDP” endamê fermî div ê rêkxirawê de ne.

Kongireya cîhanî ya Înternasyonala Sosyalîst bi beşdariya 210 nûneran ji koma 136 rêkxirawan li ser asta cîhanî ji 74 welatan ve dest bi karên xwe dike.