Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşa li Amedê bûye armanca êrîşa cendirmeyên Turk

20:30 - 28 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Li hember dorpêçên artêşa Turkiyê ên liser herêma “Sûr” ya Amedê, xelkê meşek nerazîbûnê lidar xist û piştî demek kêm, meşa xelkê nerazî, rastî êrîşa polîsên Turk hat.

Li gorî raporên belavbûy, li Amedê hemwelatiyên Kurd bona şikandina dorpêçên liser herêma Sûrê ya girêdaiy bi Amedê, li Parka “Koşuyolu” ya vî bajarî, kombûn û ji wir ve ber bi herêma Sûrê ve ketin rê û dest bi meşek nerazşbûnê kirin , lê welatî rastî êrîşên polîsên Turkiyê hatin û di encam de şer û pevçûn di navbera wan de çê bûn.

Di encama wan şer û peçûnên di navbera Polîs û hemwelatiyên Kurd de, ciwanekî Kurd yê temen 22 salî bi navê “Ebdulla Yilmaz” bû armanca gulleyên Cendirmeyan û jiyana xwe ji dest da.

Hêjayê gotinêye ku di çend rojên derbaz bûy de, li herêma Sûrê ya girêdayî bi Amedê, şer û pevçûnên dijvar di navbera artêşa Turkiyê û çekdarên “YPS”ê derketiye, û eva jî bûye sedem ku gellek hemwelatiyê herêma Şura Amedê, di avahiyên xwe de asê bimînin, û herweha hejmarek ji xelkê sivîl bûne qurbanî û bi sedan hemwelatî jî hatine binçavkirin.