Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 3 roj karê berdewam kongireya “IUSY” li welatê Albaniyayê dawî bikarê xwe anî

20:45 - 28 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Kongireya Lawên Sosyal Demokrat ên Cîhanî, piştî sê roj karê berdewam, li bajarê “Tîrana” ya welatê Albaniyê dawî bi akrê xwe anî.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, kongireya Lawên Sosyalîst ên Cîhanî, piştî birêvebirina bernameya karê kongirê û herweha xistine berbas a piroje û daxwaziya pişikdaran, şeva Şemî berwarê 27’ê Şubata 2016’an, dawî bi karê xwe anî.

Roja sêhemîn a kongireyê bo pêdeçûn bi bername û peyrew û esasnameya rêkxistina “IUSY” hatibû terxankirin û, piştî xistine berbas a xal bi xal û piştî hinek guherînkariyan, bername û esasname hate pejirandin.

Piştre çend mêhvanên pişikdar di kongireyê de gotinên xwe pêşkêşî kongireyê kirin.

Piştre sekreterê berê “Evîn Êncêr” peyamek pêşkêş kir û bas ji kar û çalakiyên xwe di 2 salên derbazbûyî de kir.

Beşa dawî ya karê kongirê bona hilbijartina desteya birêveberiya nû hate terxankirin.

Piştre “Haward Lî” yê xelkê Maliziyê, weke sekreterê nû yê “IUSY” hate diyarîkirin.

Piştî bidawîhatina hilbijartinan pêdeçû bi şêweya komkirina heqê endametyê hatekirin û, pirograma karê rêkxistinê bo sala 2016’an, bo pişikdaran hate şî kirin.

Kongireyê bi xwendina sirûda Întêrnasyonalê dawî bi karên xwe anî.