Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Bi berçavgirtina deskarî û çewtekariyên hertimî ên rejîmê di serjimêriyan de, ji me re eşkere dibe ku asta beşdariya xelkê di hilbijartinê de, bi awayekî gelemperî kêm bûye

14:33 - 2 Adar 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek li derheq encamên hilbijartinên di Îranê de belav kiriye, ku deqa wê daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî Derheq encama hilbijartinên vê dawiyê ên di Îranê de

Hevwelatiyên rêzdar!

Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!

Herwekî pêştir jî hatibû baskirin, û dihate çaverêkirin, rejîma Îranê şanoyeke din li jêr navê hilbijartinê bi rê ve bir ku di destpêka şanogeriyê heya perdeya dawiyê ya şanogeriyê pilan jê re darêtibû, û bi rêkxistina hinek gotegotan, û xwelîkirina li çavên xelkê de, wisa nîşan dida ku hilbijartina vê carê bi carên pêşîn re cuda ye, û hinek bandên nav rejîmê de jî wisa nîşand didin ku li ber nexweşiya rêberê rejîmê û herwisa teslîmbûna wan li hemberî Rojava û pirsa navikî de, hilbijartina vê carê bandoreke zêdetir dikare li ser siyasetên rejîm û cihgirê pêşerojê yê Xamineyî danê, lê hemû ew pîaln, tenê bona germkirina bazara şanogeriya hilbijartinê bûn, û rêberê rejîmê jî ku li reşewke nebaş ya rejîma xwe de daxwaz ji heta dijberên rejîmê jî kiribû ku di vê hilbijartinê de beşdar bin, û piştre ji tirsa vê ku nebe ew rewş ji dest wan derkeve, ragehandin ku gotine “dijberên rejîmê dikarin dengê xwe bidin, û negotine ku dikarin herin meclisê”!.

Bi vî awayî rejîmê hemû amadekariyek ji bo birêvebirina hilbijartineke bê nawerok û tejî ji çewtekariyan kiribû, û di qonaxên cuda cuda de bernameyên xwe birin pêş, û roja 7’ê Reşemê jî ku bona dengdanê diyarî kiribûn, hermû dezgehên teblîxî û besîckirina xelkê bi kar anî, da ku xelkê bikêşe ser sinduqan, û li ber çavê kamerayan, rêzên dûr û dirêj ên xelkê beşdar nîşan bidin.

Di vê heyamê de ku PDKÎ wekî hêzeke azadîxwaz û realîst siyaseta baykota şanogeriya rejîmê û tûjkirina xelkê bo ser sinduqên dengdanê girte pêş, li ser bingeha şiroveyeke rast û dirust a siyasî û bi agehdarbûna ji hemû çewtekariyên vê rejîmê ew siyaset girte pêş, û hemû dirustiya siyaseta wan derket, û hem jî endamên PDKÎ di vê heyamê de bo serkevtina vê siyasetê û çalakiyên xwe pêngavên bi kiryar ji bo pûçkirina siyaset û pilanên rejîmê hilgirtin.

Hevwelatên rêzdar!

Herwekî ku hûn agehdar in, rejîma Îslamî bona rakêşana xelkê ber bi aliyê sinduqan ji pîlanên cur bi cur û gotegotên nerast, û timayîbirina xelkê bi pere, û bi gefxwarin û çavsoriyan li xelkê, hewl da ku bi naçaerî beşek ji xelkê rapêçî ser sinduqan bike, û herwisa bi diyarîkirina berbijêrên destçêkirî ên xwe di nav girûp û pêkhate û tex û qatên cur bi cur ên civakê bi taybetî di Kurdistanê de hewl da ku hem bazargermiyeke ne rast, bo hilbijartina xwe bi dest bixe, û hem jî kêşe û rikeberiyên ne tendirust bixe nav civaka Kurdistanê de. Di roja bi nav dengdanê de jî hem hejmareke zêde ji dengên li berahiyê de amadekirî xistin nav sinduqan de, û hem jî xelk û dest û pêwendiyên xwe ji vir bo wir veguhastin, da ku hem saxtekariyan bike, û hem jî li ber çavên kamerayên xwe manoran bi wan bide dan.

Wekî encama hilbijartinan jî, di asta sertaserî de, rejîmê ragehand ku beşdariyeke nêzîk bi %60’î hebûye, ku bi berçavgirtina destkarî û û çewtekariyên hertimî ên rejîmê, di serjimêriyan de, ji me re derdikeve ku asta beşdariya xelkê bi giştî li xwarê bûye.

Herwisa di herêmên cuda cuda ên Kurdistanê de, li gora hinek taybetmendiyan beşdariya xelkê cuda bûye. Li gora wan serjimêriyan ku ji aliyê rejîmê bi xwe ve belav bûne, asta beşdariya xelkê li parêzgeha Sine, li xwarê bûye, ku zanyarî bas ji beşdariya kêmtir ji %40 a xelkê di vê parêzgehê de dikin, û di parêzgehên din ên Kudistanê de jî asta beşdariya xelkê kêmtir ji asta giştî a Îranê de bûye, tenê li çend cihên wekî Îlam û parêzgeha Urmiyê nebe, ku li ber pêkhateya civakî ya wan herêman û taybetmendiyên wan, û herwisa hinek ji pîlanên rejîmê bona zeqkirina kêşeyên nav pêkhateyan, ji riya kandîdên destnîşankirî ve, mixabin rejîm ji rakêşana bala xelkê bo aliyê xwe, di van cihan de serkevtî bûye.

Ya ku di vê bi nav hilbijartinê de jî bo careke din hate nîşandan, ew bû ku rejîm li ew qasî tirs û lerzokiyê de, heya berbijêrên xwe jî ku berê ji wan xatircem bû, ji qadê derxistin, da ku tu cure rîskek bo pêşeroja xwe nekiribe, û armanca rejîmê tenê ew bû ku xelkekî bikêşe ser sinduqan, hekî ne, ne mecilsên rejîmê, deshilateke wisa hene, û ne jî bandên curbicur ên rejîmê jî, xema mafên xelkê dixwen, û tenê li ser berjewendiyên xwe bi hev re kêşe hene, û li ser zulmkirina li xelkê hevdeng in, û di demên hestiyar de ji bo parastina nizama xwe hemû dijberiyên di navbera xwe de vêde didin.

Hewce ye ku di dawiyê de spasiya hemû wan kesan û wan tekoşerên Demokrat bikin, ku di pêxema serxistina helwesta PDKÎ de tekoşîn kirin. Helwestek ku hevterîb û hevaheng bû digel piraniya herî zaf ya rêkxiraw û aliyên siyasî ên Kurdsitanê, ku hilbijartin beykot kirin, û herwisa spasiya wî xelkê dikin ku sinduqên çewtekariyên rejîmê baykot kirin, û herwisa em bi vê hejmara xelkê jî ku bi neçarî yan li rewşa aloz ya rejîmê de çûne ser sinduqan, dixwazin rabigehînin ku piştî roja dengdanê, wê zelal bibe ku hemû ew kesên ku bo meclisa rejîmê têne birin, dem û dezgehên rejîmê bi xwe ew diyarî kirin, yan jî diçin cihekî ku tu tiştek ji dest wan nahê bo piştevanî ji mafê gel, belkû ew tenê birêvebirê siyasetên dezgeha Wilateya Feqîh in, û tu tişteke din nînin.

Neman bo Komara Îslamî
Serkevtina bo azadî

PDKÎ
Deftera Siyasî
09.12.1394
28.02.2016