Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyî PDKÎ koça dawiyê kir

19:34 - 6 Adar 2016

Kurdistanmedia: Mîrza Heme’elî Husênî bavê kadrekî PDKÎ bi nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir.

Roja 5’ê Adarê Mîrza Heme’elî Husênî bavê kadrekî PDKÎ bi navê Hemdî Husênî xelkê gundê “Giwaz” a ser bi navçeya Jaweroya Merîwanê bi sedema nexweşiya penceşêrê di nexweşxaneyeke Kirmaşanê de koça dawiyê kir.

Navbirî di sala 1930’î de li gundê Giwaz de ji dayîk bibû, û her ji zarokatiya xwe dest bi xwendina olî kiribû, û bi riya dermankirina xwezayî gellek xizmeta xelkê herêmî jî kiribû.

Navbirî ji malbateke welatparêz û dilsoj û cihê baweriya xelkê bû.

Di destpêka şoreşa gelên Îranê de jî kurekî wî şehîd bûye, û gellek caran navbirî kete girtîgehên îdareya îtila’atê de û hate îşkencekirin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kes û karên navbirî, û xwe di xema malbat û xizmên wî de şirîk û hevxem dizane.