Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Soreya Mistefayî: “Gellek caran min tîmên teşkîlatî ên pêşmerge xwedî dikirin û şanazî bi kar û xebata xwe dikir”

19:11 - 7 Adar 2016

H. Arif Vêlzî

Bi salan e ku reşmal û kon û havînew arên Kurdistanê, û stargeha xebatkarên Demokrat bûye, zozan û kûstan û çiyayên Kurdistanê, hertim pira têkiliyên di navbera pêşmergên xebatkar ên tevgera Kurdistana Rojhilatê û xelkê xwe bûye, ev têkiliyên ku di encam de bûne sedema çêbûna evînek rijd û paqij di navbera gel û pêşmerge û şoreşê de.

Soreya Mistefayî yek ji wan xebatkaran e ku, destpêka têkilî û nasyariya xwe tevî Hizba Demokrat û bi giştî tevgera rizgarîxwaziya Demokratê, vedigerîne bû ciya û zozan û reşmalên Kurdistanê.

Soreya Mistefayî keça Selîm û Helîm, demsala Havîna sala 1969’an (1348) li zozanên Çiyayê Şehîdan ya ser bi devera Tirgewer a Urmiyê tê dinê, û piştre devrana zarokatiya xwe li gundê “Çereş” a ser bi devera Berandêzê û li qontara çiyayê “Sîrê” derbaz kiriye.

Soreya Mistfayî nasyariya xwe tevî pêşmerge û PDKÎ weha tîne ziman: “Bi sedema vê ku li devera me û gundê me, berdewam hêza pêşmerge di hatin û çûyînê de bûn û bitaybetî piranî di mala me de diman, min pêşmerge û Hizba Demokrat ji nêzîk ve dîtin. Pêşmergên Hizba Demokrat hertim basê şoreşa Kurdan û azadî û serbestî û rizgariya welat û Kurd û Kurdistanê dikirin, eva bû despêk ku ez jî weke piraniya ciwanên Kurdistana Rojhilat, baweriyê bi rê û rêbaza Demokratê binim û di mêjiyê xwe de bibim azadîxwazek demokrat û ligorî şiyana xwe û bi hera wayekî her tiştek jidestê min hatibe, bo pêşmerge û Hizba Demokrat min kêmasî nekiriye, bi vî awayî ez bûm cihê baweriya pêşmergên Hizba Demokrat û bitaybetî fermandarên vê partiyê li devera Şomala Kurdistana Rojhilatê, bi awayekî ku fermandar û berpirsyarên vê partiyê piraniya belge û alavên xwe libal min bicih dihêlan û min vedişartin û dema careke din vedigeriyan, radestî wan dikir.

Gellek caran min tîmên teşkîlatî ên pêşmerge xwedî dikirin û şanazî bi kar û xebata xwe dikir”,

Soreya Mistefayî herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Min sala 1993’an (1372)jiyana hevpar tevî Rostem Cehangîrî ava kir û berhema jiyana me jî du kur û keçek in. Kurê me yê mezin bi navê Hetem sala 1994’an(1373) li “Basirmê” hatiye dinê û niha li welatê Danmarkê ye, zarokê me ya duhemîn keça me Kanî ye ku sala 1996’an (1375) li Nawenda Sê ya Kurdistanê wate “Cêjnekanê” hatiye dinê û niha li welatê Danmarkê dimîne, û kurê me yê biçûk bi navê Diyako, sala 2005’an (1384) li kempa Azadî li Koyê hatiye dinê û mijûlî xwendina xwe ye”.

Soreya piştî bi salan jiyana pir ji zehmetî tevî pêşmerge û jiyana pêşmergatiyê, çavnihêriya xwe ji hevjînê xwe weha tîne ziman: “Take daxwaza min ji hevjînê min ev e ku, weke berê liser xebata xwe berdewam bimîne di pêxema azadiya Kurd û Kurdistanê de, hêvî dikim tu carî ji kiryar û rêbaza xwe poşman nebe û xema min û zaroka nexwe ka gelo emê çava bijîn, jiber ku biher awayekî be emê jiyana xwe bidomînin, lê xebat û tekoşîna di pêxema netewa me yê belengaz û hejar de, berî her tiştî ye û pir girîng e”.

Soreya Mistefayî roja herî xweş a jiyana xwe wehat ji Agiriyê re tîne ziman: “Rojên herî xweş ên jiyana min ew roj in ku ez tevî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê têkil bûm û min xwe û netewa xwe nas kir û hest bi vê yekê kir ku netewa min ji aliyê dujminan ve tê tepeserkirin, lewra niha derûn û wîjdana min asûdeye û ez wûsa hizr û raman dikim ku bi aliyê kêm ve min kariye ku ez karekî û xizmetekî ji Hizb û netewa xwe re bikim”.

Soreya herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên nexweş di jiyana nava şoreşê de zaf in, di rastî de şekîdketina her pêşmergeyekî û bitaybetî şehîdketina rêberên me, rojên pir bi jan û bi êş bûn ji min re. Lê roja ku Komara Îslamî êrîş anî ser binke û baragehên Hizba Demokrat li bajarê Koyê di sala 1996’an (1375) de jî, rojek pir nexweş bû, jiber ku wî rojî min hest bi vê yekê kir ku birastî em pir bêkes in, lê piştre ji min re eşkere bû ku di jiyana siyasî û xebata netewî de, ketin heye û cardin rabûn jî heye, talî heye lê gellek caran jî xweşî heye, lewra kesê xebatkar gerek wan ketin û rabûn û ewraz û nişîvan liber çav bigire, her weke ev peyva binav û deng ê rêberê me Şehîd Dr. Qasimlo dibêje, “Gelek azadiyê bixwaze, gerek nirx û buhaya vê azadiyê jî bide”, lewra ez dibêjim ku herdem berhev û amade me ku vê nirx û buhayê bidim”.

Soreya Mistefayî rû li jin û keç û dayîkên Kurdistanê dike û bi vê gotinê daviyê bi hevpeyvîna xwe tevî rojnameya Agirî tîne: “Ez daxwazê ji jin û keç û dayîkên Kurd dikim ku teslîmî xwastekên dujminan nebin, bê hêvî nebin, hertim di hizra xebatê de bin, jiber ku heke em wusa nekin gelê me jidest diçe, lewra ne gelê me vê yekê ji me qebûl dike û ne jî di varê olî de tê qebûlkirin.
Dema li vê dinê kesek serbest û azad û xwedî welat nebe, di rastî de bê xwedî û bê welat û nasnameye.

Lewra daxwaz û tikaya min ev e ku, bi her awayekî ku dikarin, piştevaniyê ji tevgera Kurd li Kurdistana Rojhilat bi pêşengiya Hizba demokrata Kurdistana Îranê bin û xatircem bin emê biser kevin”.