Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêlûtiya siyasetê

19:18 - 7 Adar 2016

Kerîm Perwîzî

Zêdetir ji 30 salên berdewam e ku em dibînin û dibihîsin ku xelkê Îranê tê rexnekirin, ku çima her hemû jî tûşî nexweşiya kurtbîniyê hatine, û ketine pey dîktatorekî û celladekî bi navê Xomeynî? Di zêdetir ji sê dehikan de, gellek ji lêkoler û siyasetvanan li ser vê mijarê lêkolîn kirin ku gelo çima ew xelkê ku di sala 1979’an de, nûra rizgariyê di rûçikê Xomêynî de didîtin, çima ew hemû kun û niçên tarî ên şikeftên pirr ji hovîtî a hizra Xomêynî nedîtin?

Gellek caran axivtin û namîlkeyên (kitêbokên) Xomêynî kirine fakta paşvemayîn û dijî mirovbûn û dijî jinbûna Xomêynî, û jin û bi giştî hin kes, hatine rexnekirin ku çima li pey Xomêynî ketine?

Lê piştî derbazbûna 37 salan bi ser şanogeriya hilbijartinê de, xelkê Îranê beşek baykotê dikin, û beşek jî bi her sedemekê be, yan bi sedemeke şexsî be, beşdar dibin, lê beşeke din ji vî xelkî bi hêviyek zêde ve dengê xwe didin wan kesên wekî Refsencanî û Reyşehrî û Necefabadî û …hwd, û dehan kesên cellad û terorîst û biryarderê îdam û îşkenceyê, bi vê hêviyê ku wan rizgar bikin!.

Di nav vî xelkî de ku bi vê şêwazê beşdar bûn, bi taybetî li bajarê Tehranê û di nav kesên bi nav xwendewar û çalakvan de, ew tişt gellek zeqtir xûya dike. Herçend her li bajarê Tehranê de jî, zêdetir ji nîva xelkê şanogeriya hilbijartinê baykot kirin, û rejîmê bi deskarîkirina serjimêriyan, bi zorê ew rêje gihande %50’î, lê ew hejmara ku di Tehranê de beşdar bû, bi vê hêviyê ku Refsencanî û Reyşehrî bibin rizgarîderê wan, deng dane vê lîsteya celladan, ku wekî lîsteya din ya Cenetî, her wekî yektir cellad û tawanbar in, û çavkaniya tawanbarî û talankariyê ne di Îranê de.

Dema ku tu li vê bûyerê di Îranê de dinêrî, ku di vê navberê de kesên wisa çûne dengdanê, ku bixwe niha jî di girtîgehê de ne, û bixwe bi destên wan celladan sivikatî bi wan hatiye kirin, û bi destê kesên di nav van lîsteyan de, ferq nake kîjan lîste be, hatine îdamkirin, lê çûne û deng dane, û hêvî bi wan hene, wê demê tu dubarebûna dîrokê dibînî.

Serdemekê bi propagendeya BBC’yê, Xomêynî li xelkê Îranê kirin azadîxwaz, û wêneyên wî li heyvê dan! Niha jî her bi heman propagende û bi heman dezgehên propagendeyî, Refsencanî û banda wî ya terorîst kirine kesê herî reformxwaz, û “hêvî”yên xwe li ser ava dikin!.

Pirseke girîng û bingehîn xwe di vê navberê de zeq dike: Rewşenbîr û aliyên siyasî ku hêcet bo hovîtî û bîra tarî ya Xomêynî anîn, niha jî heman kar û kiryaran derheq kesên din ji heman regezî ducarî dikin, hekî cara yekem hatibin xapandin, gelo vê carê jî hatine xapandin, yan jî bo xapandinê hatine?