Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqandina boriya patrola Herêma Kurdistanê û encamên wê

19:20 - 7 Adar 2016

Arif Vêlzî

Di çend rojên derbazbûyî de boriya petrola Herêma Kurdistanê, di nava axa Kurdistana Bakûr de hate teqandin û heyama çand rojan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê, hate sekinandin û, bi vî rengî di rojê de nêzî bi 15 milyon Dolar zirar li aboriya lewaz û ne cihgîr ya herêma Kurdistanê diket.

Piştî herdu teqînan, dewleta Turkiyê rasterast berpirstiya teqandina wan boriyan xist stûyê Partiya Kedkarên Kurdistan (PKK)ê, û di hember de jî, piştî teqîna yekem, Konseya Serokatiya PKK’ê berpirsatiya teqînê kêşa stûyê xwe, û ragehand ku boriya patrola Herêma Kurdistanê ji aliyê me ve hatiye teqandin, da ku bikarin ji vê rêyê ve derbekê li berjewendiyên dewleta “AKP”ê bixin, lê piştî teqîna duhemîn “PKK”ê ragehand ku teqîna vê carê ya boriya petrola Herêma Kurdistanê, ne karê me ye.

Di vir de xincî vê ku encamderê vê teqînê çi kes an çi aliyek bûye, pirsyarek derdikeve holê, ew jî ev e ku, gelo teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê, di berjewendiya çi kesekî de ye û herweha bi zirara çi aliyekî ye?

Di rastî de di dema niha de û bawayekî demkî, zirar û xisarên sereke ber Herêma Kurdistanê û akinciyên vê para Kurdistanê dikeve ku, nêzî bi 2 salane bûdce û mûçeya wê ji aliyê hikûmeta federalî ve hatiye qutkirin, û bi giştî aboriya Herêma Kurdistanê nuqustan bûye.

Lê di dirêj mideh de xistina derbeyê li boriya petrola Herêma Kurdistanê, xistina derbê ye li pirsên netewî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurd li her çar parên Kurdistanê bi Kurdistana Bakûr ve.

Jiber ku seranserî Kurdistanê bi herçar paran ve, xwediyê milyonan û bigre milyaran bermîlên petrol û gaza xwezayî ye, ku di pêşerojê de yan ji rêya Îranê ve û yan jî ji rêya Turkiyê ve, wê bo bazarên cîhanî bê şandin. Lewra niha ku xîm û bingeha vê boriya sitratejî hatiye danîn, hewce û bêtir e ku, em hemû bi hev re hewla parastina wê bidin û teqandin û jikarxistina vê boriyê ji aliyê her kes û aliyekê ve, pirotesto bikin.

Jiber ku teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê di rastî de li berjewendiya Enqerê de ye, û Turkiyê pê xweş e, jiber ku bi hêsanî dibe kartekî gîvaşê di destê Enqerê de, ku ji aliyekê rûçika parek ji axa Kurdistanê wate Kurdistana Bakûr rû bi cîhana derve qirêj û kirêt bike, û ji aliyekî din ve heman karta givaşê di rewşa aloz ya niha û kirîza darayî de, bo Herêma Kurdistanê bi kar bîne, da ku ji wê rêyê ve bikare pitir hikûmeta Herêma Kurdistanê biçewsîne, û poanên pitir jê bisitîne, û eva bi xwe jî derbek e li pêşeroja Kurdistanê.